Pîtyên şoreşê10/27
Dijmin ji Dola Şehîdan reviya

- Şandekar
- Hêza Kawa
- Hejmara nameyê
- 543
- Wergir
- Barzanî/ M.T/ hemû Baregeh
Metna orîjînal
Di şeva 24-10/25an de hikûmeta Baasî ya faşîst dest bi êrîşeke hovane kir ber bi Dola Hîlane, Akoyan û Pişderê û heta niha nekarîne ji gundê Zung û Gerdî derbas bibin û Pêşmergeyên lîwaya Dola Şehîdan û lîwaya Pişderê derfet nedane xayin ku bên pêş û dijmin reviya ber bi jêr ve. Pêşmergeyên me yên qehreman sond xwarine bi Kurdistanê ku em ê her bostek axa Dola Şehîdan bikin goristan ji bo dijminan. Şer berdewam e.
