Pîtyên şoreşê11/3/1968
Tê xwestin artêş li Dihok û Şêxanê paşve vekişe

- Şandekar
- Barzanî
- Hejmara nameyê
- 64
- Wergir
- Birayê rêzdar Serokê Erkanê Artêşê, Rêzdar Serokwezîr, Lijneya Bilind
Metna orîjînal
Çend roj in beşek ji yekîneyên firqeya çaran ligel hinek siwaran ber bi qezayên Eyn Sifnê û Dihokê ve diçin û komkirin û tevgerên neasayî dikin. Van tevgeran xelk tirsandiye ji ber ku ditirsin ev destpêka nûkirina şerê birakujiyê be û ji ber ku tiştekî neasayî ji aliyê me ve li wê navçeyê nîne û ji ber nebûna hincetan, em hêvî dikin hûn fermanê bidin aliyên peywendîdar ku yekîneyên pêşketî paşve bikişînin û ti komkirin an tevgeran nekin ji bo misogerkirina vegerandina aramî û aştiyê ku armanca me hemûyan e. Em spasiya we dikin.
