Pîtyên şoreşê1966/5/20
Dabeşkirina alîkariyê li ser welatiyan bi rêkûpêk

- Şandekar
- Sehem
- Hejmara nameyê
- 285
- Wergir
- Komîteya Bilind, birayên Ebdulrehman Qazî, Şefîq Ehmed Axa, Şewket Îsmaîl
Metna orîjînal
Em hîn bûn ku alîkariyên rêxistina Kêd gihîştine navendên lîwa û qezayan. Ji bo dûrketin ji dubarebûna xirabiya dabeşkirinê ya ku sala 1964an qewimî, em dibînin ku pêwîst e nûnerên me di lîwayan de bibin endamên komîteyên dabeşkirinê û nûnerê me di her komîteyeke dabeşkirinê de li navendên qeza û nahiyeyan were danîn da ku ev alîkarî li ser mexdûran were dabeşkirin û neçe berîkên dewlemendan û yên ku ji şer sûd wergirtine. Em daxwaz dikin ku bi lez û bez bi desthilatên peywendîdar re têkilî were danîn û encamê ji me re ragihînin.
