Pîtyên şoreşê3/13
Tevgera Pêşmerge û daxwaza çareseriyê ji aliyê artêşê ve

- Şandekar
- Sererkanê Artêşê
- Hejmara nameyê
- 24
- Wergir
- Birayê min Mistefa Barzanî
Metna orîjînal
Telgrafa we ya 64 di 11ê Adarê de. Silavên dilsoz. Ji du hefteyan ve kombûna çekdaran bi serokatiya Îsa Siwar, Elî Xelîl û Heso Mîrxan li herêma Etruş û Şêxan zêde dibe û ev kombûn bûye sedema tirsandina welatiyên li wir. Hemû tişta me kiriye şandina hêzeke biçûk bo Dinka Elî ye ji bo aramkirina xelkê, ne kêmtir û ne zêdetir. Daxwaz dikim hûn fermanê bidin Heso Mîrxan, Îsa Siwar û Elî Xelîl ku bi komên xwe re vegerin herêmên xwe yên resen. Daxwaz dikim hevkariyê bikin ji bo gihîştina encameke dilxweşker ku em pê bikaribin bi we re dest bi çareserkirina hemû pirsgirêkan bikin. Em pêşniyar dikin ku hûn nûnerê xwe bişînin bo fermandariya feyleqa 4an da ku bi komîteya jêrîn a ku me dawiyê di 5/3 de ava kiribû re bixebite. Û bi fermandariya firqeyê re bixebite ji bo çareserkirina pirsgirêkan di dema rûdanê de û berî ku mezin bibin, û fermandariya firqeyê parastina wî û bersiva din misoger dike. Bimînin di xweşiyê de.
