Pîtyên şoreşê28/8/1969
Heya Beis dexlûdanê welatiyan neşewitîne, Pêşmerge ji çend gundan vedikişe

- Şandekar
- Hêza Deşta Hewlêrê
- Hejmara nameyê
- ف.ع
- Wergir
- Barzanî/ Mekteba Tenfîzî/ Hemû Baregeh
Metna orîjînal
Cotkarên gundê Resûl Bekûl û Axûrê hatin cem me û daxwaz ji me kirin ku heya dexlûdanê xwe hildigirin, em xwe ji gundên wan dûr bixin, ji ber ku fermandarê fujê yê Bistanê sond xwaribû ku êrîşî wan neke. Em jî her çendî me dizanibû ku qasî zerreyekê jî şerefa wan nîne, lê ji bo eşkerekirina rastiya van bêşerefan, Pêşmergeyên me yên qehreman hinekî xwe ji van gundan dûr xistin. Di 25/8 de di saet 5ê sibehê de dijmin bi hevkariya top û balafiran êrîş anî ser van gundên jorîn, di encamê de gundê Resûl Bekûl şewitandin û nîvê gundê Axûrê şewitandin. Pêşmergeyên me yên qehreman bi şêranî êrîşî wan kirin û ketin şerê li gel wan û ziyaneke baş gihandin wan. Di rojên 26 û 27 û 28/8 de dijmin bi balafirên Îlyûşîn û Mîg û topan berdewam e li ser topbarankirina gundan û heya niha li gundê Şîwepîran û Axûrê û Banemûdê gulebarandin berdewam e.
