Vegere
Îsa Siwar Sêlkî
Şehîdê qehreman fermandey Îsa Siwar di sala 1946an de li gel Barzanîyê nemir û hevalên wî beşdarî di Komara Mehabadê de kiriye û paşê li gel (500) Pêşmergeyan beşdarî di meşa dîrokî ya Barzanî ya ber bi Yekîtîya Sovyetê ve kiriye û piştî vegera wî bo Kurdistanê di sala 1962an de dibe fermandeyê hêza Zaxo û bi dehan qehremanî û destan li gel hevalên xwe yên di hêza Zaxo de tomar dike, ji wan destana Eynzalê, Geliyê Spî, Serê Asê, Baniya Nêrgizên, Pêşxabûr, Kanî Masî, Xiraba Avgenî, Çiyayê Metînê û hwd.

