Vegere
Kampa Zêwe cihê malbatên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê û Gulanê
Kampa Zêwe li deşta Mergewera Kurdistanê ya Rojhilat - cihê penaberên Kurd ên Başûr ku di sala 1975an de piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê ji bo malbatên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê hatibû avakirin ku awareyî Kurdistanê ya Rojhilat bûbûn û nêzîkî 3000 malbatên Kurd tê de niştecî bûn û di 9ê hezîrana sala 1985an de ji aliyê 8 firokeyên rejîma Beis ve kampa Zêwe hat bombebarankirin ku tê de zêdetirî 140 kes Şehîd û 400 kes birîndar bûn ku piraniya wan zarok, jin û seqet bûn

