

Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê
Loading

Siyaseta Îraqê ya gazê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1958-1975)
Elî Xelîl Bêtkarî
Ev pirtûk ji zimanê fransî hatiye wergerandin ser zimanê kurdî, nivîskarê vê pirtûkê ku çavdêr û kesekî akademîk e, di dema mayîna çend mehan li wê beşa azadkirî ya Kurdistanê de, ligel rêberê şoreşê cenabê Mela Mistefa Barzanî, yan ligel endamên encûmena şoreşê û endamên desteya kargêrî di peywendî de bûye, ji bo encamdana ger û rapirsî û lêkolînan karîbûye çavpêketin û pirsan ji her kesî bike.
Pirtûk bi giştî lêkolîneke meydanî ya dewlemend e li ser gelê kurd ku gelêkî stemdîde ye, bi giştî li ser dîrok û erdnîgariya Kurdistanê ji destpêka avabûna wê ve û dabeşkirina Kurdistanê ya mezin di navbera welatên wek Îraq û Sûriye û Tirkiye û Îranê de, kêmterxemiya mirovahiyê hember kurd, di şoreşa 14ê tîrmeha 1958an heta 11ê eylûla 1961ê û Şoreşa Eylûlê, serbazê neçarî, netebayî û dijayetî, aboriya şoreşê, Barzanî serkirdêkî cemawerî û kesayetiyeke dîrokî, qeyrana Talebanî, pêkhate û heykelê şoreşê, leşkerê şoreşê, Partiya Dêmokrata Kurdistanê û kongreya heftem, zanyarî û peywendî di Şoreşa Eylûlê de.