

Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê
Loading

Siyaseta Îraqê ya gazê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1958-1975)
Elî Xelîl Bêtkarî
Di bingeh de, ev proje (30) berg dihewîne, desteya ensîklopediya P.D.K tenê ew beş wergerandiye ku taybet bi civaka Kurd li Rojhilata Navîn e.
Ev pirtûk ji çar bergan pêk tê di derbarê kêmîneyên Rojhilata Navîn taybet bi civaka Kurdî ya navbera salên (1918-1974), komek belgeyan dihewîne, babetên wê li gorî dem û bûyeran hatine rêkxistin ku ji aliyê B. Destanî ve hatiye amadekirin. Ev çar berg pişta xwe bi brûsk, nameyên hatine guhertin û raporên resen girêdide.
Berga sêyem 169 belge û bîranîn dihewîne di navbera salên (1941-1967), di derbarê nivîsar û raporên peywendî bi pêgeha siyasî û Serbazî li Kurdistanê Îran, Barûdox-ê sînorên navbera Îran û Îraqê di dema Şerê Cîhanî yê Duyem, destwerdana Rûsya, Almanya û Tirkiye li navçeyê, siyaseta dewleta Tirkiye li hember Kurd, Kurdên Sûriye, Kurdistanê Azerbaycan, Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi serkirdatiya Mistefa Barzanî di Sala 1961 de, têkçûna peywendiyên navbera Kurd û hikûmeta Îraqê di sala 1965.