

Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê
Loading

Siyaseta Îraqê ya gazê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1958-1975)
Elî Xelîl Bêtkarî
Ev pirtûk lêkolîneke dîrokî ye û ji pêşgotinek û çar beşan û pêvekan pêk hatiye.
Beşa yekem a vê pirtûkê li ser dîroka Koye û Şoreşa Eylûlê ye û sê babetan dihewîne: kurtiyek derbarê bajarê Koye, Koye berî Şoreşa Eylûlê, zemînsaziya hilgirsandina Şoreşa Eylûlê li Kurdistanê.
Beşa duyem behsa pêgeha Koye di Şoreşa Eylûlê de di navbera salên (1961-1963)an de dike û ji du babetan pêk tê û babetan, Şoreşa Eylûlê li Koye ji 11ê eylûla 1961ê heta 8ê sibata 1963an, barûdoxê Koye di kûdeta yekem a Beisiyan de ji 8ê sibata 1963an heta 18ê çiriya paşîn a 1963an dihewîne.
Beşa sêyem a pirtûkê li ser barûdoxê Koye di 18ê çiriya paşîn a 1963an heta 11ê adara 1970yî de ye û sê babetan dihewîne: derbarê bûyerên Koye ji 18ê çiriya paşîn a 1963an heta 13ê nîsana 1966an, Koye ji 17ê nîsana 1966an heta 17ê tîrmeha 1968an, barûdoxê Koye di kûdeta 17ê tîrmeha 1968an heta Rêkevtinnameya 11ê Adarê ya 1970yî.
Beşa çarem behsa barûdoxê Koye di 11ê adara 1970yî heta Rêkevtinnameya Cezayîrê dike û du babetan dihewîne: derbarê barûdoxê Koye di dema aştiyê û seqamgîriyê de ji 11ê adara 1970yî heta 11ê adara 1974an, rola Koye di destpêkirina şoreşê de ji 11ê adara 1974an heta Rêkevtinnameya Cezayîrê ye.