

Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê
Loading

Siyaseta Îraqê ya gazê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1958-1975)
Elî Xelîl Bêtkarî
Ev pirtûk ji dergehek, sê lêkolîn, lîsteya navên her çar karwanên Hêzên Pêşmerge ji bo Kobanê, lîsteya hevpeyvînan û albûma wêneyan pêk hatiye.
Lêkolîn û dergeh bi şêweyê beş û pajan hatiye rêkxistin, dergehê lêkolînan derbarê biryara neteweyî ya Serok Mesûd Barzanî ye ku sê pajan dihewîne û behsa bîra bihawarveçûnê li cem Kurd, xalên peyamên Serokê Herêma Kurdistanê, tiştê Herêma Kurdistanê ji bo Hewlêrê kir ji bo Kobanê jî kir, dike.
Lêkolîna yekem ji sê beşan pêk tê û beşa yekem behsa dîroka Kobanê û dîroka rizgarkirina wê ji destê DAIŞê dike û çar pajan dihewîne ku derbarê kurtebabeteke dîrokî, rola eşîrên berzayî li Kobanê û hema li hemberî mandatiya fransî, girîngiya stratejî ya Kobanê û bertekên herêmî û navneteweyî ye. Beşa duyem derbarê rol û berxwedanên Pêşmerge li Kobanê ye û sê pajan dihewîne ku behsa gihîştina Pêşmerge bi Kobanê di rêya Tirkiyeyê re, kontrolkirin û rizgarkirina Kobanê, rola Pêşmergeyên Kurdistanê di rizgarkirina Kobanê de dike. Beşa sêyem derbarê tawanên DAIŞê û aloziyên û nerazîbûnan e û sê pajan dihewîne ku behsa nerazîbûnên mirovî û avedankirinê, aloziyên li ser sînorê Tirkiyeyê, awarebûna niştecihên Kobanê, dike.
Lêkolîna duyem derbarê rehendên siyasî yên pişt şandina Hêzên Pêşmerge ji bo Kobanê ye û şeş pajan dihewîne ku behsa dilsozî û entîmaya neteweyî di navbera takekes û parçeyên Kurdistanê, barûdoxa siyasî ya Kurd li Sûriyeyê di navbera salên (1963-2011), rola Kurd di şoreşa Sûriyeyê de di sala 2011an, rehendên şandina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo Kobanê, rola dezgehên Herêma Kurdistanê di şandina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo Kobanê, çarçoveya yasaya navneteweyî û rola dewletan, dike.
Lêkolîna sêyem derbarê qonaxên çûna Hêzên Pêşmerge û çarçoveya yasaya navneteweyî dike û sê pajan dihewîne ku behsa qonaxên çûna Hêzên Pêşmerge ji bo Kobanê, rojmêra azadkirina Kobanê di bîranîna Pêşmergeyekî de, rola Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di hevkarkirina xelkê Kobanê de dike.