

Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê
Loading

Siyaseta Îraqê ya gazê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1958-1975)
Elî Xelîl Bêtkarî
Pirtûka Panoramaya referanduma serxwebûna Kurdistanê ji du beşan û pêvek û şîroveyan pêk hatiye.
Beşa yekem lêkolîneke zanistî ya akademîk e bi navê Rengên cuda yên referanduma serxwebûna Kurdistanê ku heşt mijaran dihewîne wek, têkçûna avakirina dewletê li Îraqa piştî 2003an, tezên dewleta Kurdî û guhertina nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn, karîzmaya Serok Barzanî û pêgeha jeopolîtîk a Herêma Kurdistanê, xewna me serxwebûn e ne encamdana referandumê, destûrîbûna referanduma serxwebûna Kurdistanê, mafê diyarkirina çarenûsê di çarçoveya yasayî ya giştî ya navneteweyî de, helwesta civaka navneteweyî û herêmî li ser referanduma serxwebûna Kurdistanê.
Beşa duyem taybet e bi tevahiya daxuyaniyên Encûmena Bilind a Referandumê, civîn, peyam û gotarên bangeşeya referandumê ku bi serpereştiya rasterast a Serok Mesûd Barzanî birêve çû.