
Kurdistana Îraqê, wekî qewareyeke neteweyî lêkolînek li ser Şoreşa Eylûlê (1961-1969)
- پەرتوک

Siyaseta Îraqê ya gazê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1958-1975)
Elî Xelîl Bêtkarî
Ev pirtûk lêkolînek e di sala 1970 de li ser Şoreşa Eylûlê sala (1961-1969) bi zimanê fransî hatiye nivîsandin, hatiye wergerandin ser zimanê Kurdî û ji du pêşekî û neh beş û paşkan pêk hatiye.
Beşa yekem behsa daneyên dîrokî û erdnîgariyên girêdayî pirsa neteweyî ya Kurdistana Îraqê dike wekî ax û niştecih, nêrîn û bala li ser rastiyên dîrokî, pirsa wilayeta Mûsilê yan çarenûsa Başûrê Kurdistanê û barûdoxê piştî sala 1925.
Beşa duyem a vê pirtûkê li ser Ebdulkerîm Qasim û Kurd yan sedemên rasterast ên rêkeftin û şeran e.
Beşa sêyem behsa Şoreşa Eylûlê û pêkhatiyên wê dike.
Beşa çarem behsa rûxana rejîma Qasim û helwesta artêşê, helwesta çîna burjuwaziya neteweperest a ereb û burjuwaziya demokrat a ereb, helwesta Partiya Komunîst a Îraqê dike.
Beşa pêncem taybet e bi gotûbêj û danûstandinên di navbera nûnerên Kurd û desthilatdarên hikûmetên Îraqê û dîtin û nêrîna Kurd ji bo xweseriyê.
Beşa şeşem behsa şerê Beis û encam û akamên wê (hezîran - çiriya paşîn a sala 1963) dike.
Beşa heftem li ser damezrandin û avakirina saziyên şoreşgerî yên Şoreşa Eylûlê ye.
Beşa heştem behsa şoreşê li sala 1965 heta 1969 û şikandina agirbestê, şerê Arifiyan (1965-1966) û destana Hendrên, agirbesta hezîrana 1966, barûdoxê salên 1966 heta 1969, destpêkirina şer ji aliyê Beis ve li sala 1969 dike.
Beşa nehem behsa pirsa Kurd û şoreşa wê ji nêrîna civaka navneteweyî dike wekî cîhana ereb û pirsa Kurd, helwesta îsraîliyan, helwesta Îran û Tirkiye û welatên din û Neteweyên Yekbûyî û helwesta Xaça Sor a Navneteweyî.