

Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê
Loading

Siyaseta Îraqê ya gazê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1958-1975)
Elî Xelîl Bêtkarî
Ev pirtûk hejmara 6 a rêze pirtûkên (60 saliya Şoreşa Eylûlê (1961-1975)) e, ji bilî pêşgotinê, ji dergehekê li ser dîroka malbata Bedirxaniyan û sê beş û pêvekên belgeyan pêk hatiye.
Beşa yekem a pirtûkê behsa qonaxên herî girîng ên jiyana Kamiran Bedirxan ji dayikbûna wî heta koça dawî ya wî di navbera salên (1895-1978) de dike.
Beşa duyem behsa çalakiyên siyasî yên Kamiran Bedirxan di tevgera neteweyî ya Kurdî de dike û sê teweran dihewîne, ku amaje bi hewl û xebata navborî di Komeleya Tealiya Kurdistanê sala 1918 û bûyerên piştî Şerê Cîhanî yê Yekem, Komeleya Xoybûn û şoreşa Araratê di sala (1927-1932) û Şoreşa Eylûlê navbera salên (1961-1975) de dide.
Beşa sêyem behsa çalakiyên wî di warê jiyana rewşenbîriya Kurdî de dike û sê teweran dihewîne ku behsa rojnamegeriya Kurdî û derxistina çendîn kovar û rojnameyan bi çend zimanên cuda di nav wan de Roja Nû û Stêr û Bulten dike û amaje bi çendîn berhemên curbicur bi zimanên cuda dide, herwiha behsa peywendiyên wî bi kesayetî û siyasetmedarên biyanî û navxweyî û serkirdeyên siyasî yên cîhanê û welatên zilhêz dike.