

Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê
Loading

Siyaseta Îraqê ya gazê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1958-1975)
Elî Xelîl Bêtkarî
Ev pirtûk lêkolînek e li ser rengvedana barûdoxê Başûrê Kurdistanê di weşanên Dengûbasê Kurdistanê de di navbera salên (1980-1988)an de ku bi şêweyê beş, babet û tewaran hatiye rêkxistin, ji pêşgotinek û çar beşan û pêvekan pêk hatiye.
Beşa yekem a vê pirtûkê behsa ragihandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê dike û sê tewaran û her tewerek du û sê babetan dihewîne li ser ragihandina Partî û beşên wê, naverok û armancên weşana Dengûbasê Kurdistanê, serkirdatiya demkî ya Partî (El-Qiyade el-Muweqqete) û serhildana Şoreşa Gulanê.
Beşa duyem ronahiyê dixe ser rengvedana bûyerên siyasî û leşkerî di weşana Dengûbasê Kurdistanê de, ji du tewaran û her tewerek ji sê babetan pêk tê ku behsa siyaseta hikûmeta Beis li hember Kurdistanê dike wekî koçberkirin bi erebkirin û têkdana gundan û girtin û darvekirin, bikaranîna çekên kîmyayî û şalav û operasyonên Enfalê û siyaseta herêma Tirkiye û Sûriye û Îranê.
Beşa sêyem behsa xebata çekdarî ya Hêzên Pêşmerge li hember hikûmeta Îraqê di navbera salên (1976-1988)an de dike, tewerek û çar babetan dihewîne li ser çalakiyên leşkerî yên şoreşgerên Kurdistanê wekî çalakiyên Pêşmerge û şerê partîzanî di navbera salên (1976-1979)an de, çalakiyên Pêşmerge di navbera salên (1980-1988)an de, çalakiyên bereya hevbeş û çalakiyên Pêşmerge di nava bajaran de.
Beşa çarem li ser bandora şerê Îraq-Îranê li ser Başûrê Kurdistanê ye di navbera salên (1980-1988)an de, du tewar û her tewerek ji sê babetan pêk tê ku bandora şer li ser Başûrê Kurdistanê wekî rewşa aborî û bandora caşan û rewşenbîrî û hizra neteweyî û xwendin û perwerde, leşkerkirin û şandina welatiyan bo şerê Îraq-Îranê wekî aliyê leşkerî û bi zorê leşkerkirin û barimteyan dihewîne.