

Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê
Loading

Siyaseta Îraqê ya gazê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1958-1975)
Elî Xelîl Bêtkarî
Ev pirtûk ji pêşgotinek û çar beşan ku bi şêweyê xalbendî polên kirî ye û encamekê pêk tê.
Beşa yekem a pirtûkê bi giştî behsa bingehê mafê çarenivîsê li ser bingehên yasaya navneteweyî û dîroka pêşîneya gelê Kurd bo bidestxistina vî mafî û, regezên sereke yên yasaya destûrî ya Îraqî ya peywendîdar bi sîstema federalî ya hikûmetê û mafê çarenivîsê yê Herêma Kurdistanê ya Îraqê, çawaniya hikûmraniya hikûmeta federalî ya Îraqê di çarçoveya destûrê de dike û, çar tewaran dihewîne ku amaje bi girîngiya vê pirtûkê û rêbaza lêkolîna wê, pênaseya zaravên kiryarî û çarçoveya bîrdozî dike.
Beşa duyem li ser rapirsiyê wekî amûrekê bo cîbicîkirina bingehê mafê çarenivîsê ye û ji şeş tewaran pêk tê, çemkê rapirsiyê, bingehên rapirsiyê, rapirsî û dêmokrasî, serweriya rapirsiyan di yasaya navneteweyî û destûrî de, rapirsî wekî amûrekê bo bidestxistina mafê çarenivîsê ji aliyê Herêma Kurdistanê ya Îraqê ve.
Beşa sêyem a vê pirtûkê behsa dîroka Herêma Kurdistanê û mafê çarenivîsê dike ku sê babetan dihewîne, pêşîneya siyasî û civakî ya gelê Kurd li Îraqê de, destûra hertimî ya Îraqî ya sala 2005an û pêgeha Herêma Kurdistanê.
Beşa çarem li ser yasayîbûna rapirsiya Herêma Kurdistanê bo mafê çarenivîsê ye, ku heşt tewaran dihewîne, pênaseya mafê çarenivîsê, mafê çarenivîsê û dagirkarî, yasaya navneteweyî û pîvanên şiyayî yên dewletbûnê, danpêdanana dewletan, veqetîn ji nêrîna yasaya navneteweyî ve, rêbaza serweriya bidesthatî wekî cîgirekê bo cîbicîkirina mafê çarenivîsê, nirxandinek bo yasayîbûna rapirsiya Herêma Kurdistanê bo serxwebûnê, nirxandina rapirsiya Herêma Kurdistanê ji nêrîna destûra hertimî ya Îraqê ya sala 2005an ve.