

Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê
Loading

Siyaseta Îraqê ya gazê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1958-1975)
Elî Xelîl Bêtkarî
Ev pirtûk lêkolînek e li ser dîrokeke xwînî û tirsnak a miletê Kurd di heyama sed salên borî de, ji pêşgotinek û neh beşan pêk tê.
Beşa yekem li ser dîroka kevn û derketina Kurdan e, di vê beşê de pirsa etnolojîya Kurdan dikeve ber lêkolîneke kurt, herwiha behsek li ser Medan û peywendîya wan a rastîn bi Kurdan re tê gotûbêjkirin, paşê pirsa cografya û dîrokê bi hev ve tên girêdan ku bûne sedema girtîbûna Kurdan.
Beşa duyem behsa rûxana dewleta Osmanî û bandorên wê li ser neteweya Kurd dike, herwiha îşareta girîng bi awayê bikaranîna eşîrên Kurd û perçekirina wan û xapandina wan bi navê ayînê hatiye kirin, li kêleka wan komkujîya Ermen û Kurdan bi destê Tirkên Osmanî û Tirkên Ciwan hatiye kirin.
Beşa sêyem ji bo Şerê Cîhanî yê Yekem û dabeşkirina Rojhilata Navîn ji alîyê Brîtanya, Fransa û Rûsyayê ve hatiye terxankirin, hewldanên kesayetîyên Kurd ji bo avakirina dewleta Kurdistanê di çarçoveya Peymana Sêvrê de û paşê rêkeftina Ataturk bi welatên hevalbend re di çarçoveya Peymana Lozanê de hatine behskirin, dîtina petrolê li herêmê wekî destpêkekê ji bo bextreşîya Kurdan û pêdagirîya Brîtanya li ser avakirina welatekî ji bo eşîrên Ereb ên Başûrê Mezopotamyayê û bi zorê girêdana Kurdan bi wî welatî ve, hatiye gotûbêjkirin.
Beşa çarem taybet hatiye kirin ji bo avakirina welatekî bi navê Îraq ji alîyê Brîtanya ve û yekalîkirina pirsgirêka Wîlayeta Mûsilê di berjewendîya Îraqê de û paşguhkirina xwesteka neteweyî ya Kurd.
Di beşa pêncem de derketina şoreşên Barzan û çêbûna rêçeke nû ya neteweyî hatiye pêşkêşkirin, di vê beşê de rola mezin a rêberê Kurd Mistefa Barzanî di bizava rizgarîxwaza Kurdistanê de derdikeve, herwiha avakirina Komara Kurdistanê li Mehabadê bi serokatîya Pêşewa Qazî Mihemed û rola girîng a leşkerê şoreşger ê Barzan, bi fermandeyîya jeneral Mistefa Barzanî hatiye ber behs û lêkolînê.
Girîngtirîn behsên beşa şeşem ev in: şoreş, yanî derbeya çardeha tîrmehê û vegera Mistefa Barzanî ji sirgûnê, derketina Şoreşa Eylûlê û derbeya Beasiyan, berdewamîya şoreşê û rêkeftinnameya yazdeha adarê, rêkeftinnameya şûm a Cezayîrê û ji navbirina xewna otonomîya Kurd.
Di beşa heftem de behsa jenosîda gelê Kurd hatiye kirin, ku piştî rêkeftinnameya Cezayîrê, Beasîyên Sedam dest bi wêrankirina Kurdistanê bi her awayî dikin, jenosîda Kurdên Feylî û paşê destpêka şerê Îraq û Îranê û dîsan komkujîya Kurdan, destpêkê jenosîda Barzanîyan paşê operasyonên Enfalê û bikaranîna çekên qedexekirî yên kîmyayî li dijî xelkê bêguneh ê Kurdistanê.
Beşa heştem ji bo pirsa demografya û hejmara niştecihên Başûrê Kurdistanê hatiye terxankirin, li vir tîşk hatiye xistin ser hewldanên awayê ji navbirina gelê Kurd û paqijkirinê ku çawa bûye sedema kêmkirina hejmara niştecihên Kurd li Başûrê Kurdistanê.
Beşa nehem pêk tê ji rûxandina rejîma Beas li Îraqê û hatina komeke Şîe ya ser bi Îranê ve ji bo hikûmdarîkirina welat, herwiha beşdarîkirina Kurdan di ji nû ve avakirina Îraqê de, paşê nivîsandina destûra hertimî ya Îraqê, herwiha pirsa derketina DAIŞê û herifîna artêşa Îraqê li Mûsilê, biryara Kurdan ji bo encamdana referandûma serxwebûnê, dagirkirina Kerkûkê ji alîyê Heşdî Şeibî ve bi hevkarîya Îranê û helwesta welatên herêmî û navneteweyî li hember biryara gelê Kurd ji bo serxwebûnê, hatiye pêşkêşkirin.