

Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê
Loading

Siyaseta Îraqê ya gazê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1958-1975)
Elî Xelîl Bêtkarî
Ev pirtûk tezeke akademîk e li ser penaberbûna Kurdên Başûrê Kurdistanê bo Îranê di navbera salên (1974-1979) de, ku ji pêşekî û derwaze û çar beş û paşkoiyan pêk tê.
Di derwazeyê de behsa barûdoxê devera bin desthilata şoreşa Îlonê ji aliyê civakî û aborî û siyasî û leşkerî ve di navbera salên (1970-19749) de dike.
Beşa yekê ya vê pirtûkê li ser penaberbûna xelkê Başûrê Kurdistanê bo Îranê ye di navbera salên (1974-1979) de û ji sê teweran pêk tê, ku qonaxên çûna penaberan bo Îranê, ew astengiyên ew tê de çûne û wergirtin û rêvebirina penaberan, dabeşkirin û akincîkirina penaberan ji aliyê hikûmeta Îranê ve, hatiye şirove kirin.
Beşa duyê behsa serederiya hikûmetên Îranê û Iraqê li gel penaberên Kurd di navbera salên (1974-1979) de dike û ji pênc teweran pêk tê, serederiya dam û dezgehên hikûmeta şahînşahî li gel penaberên Kurd û bernameya hikûmeta Îranê bo vegerandina penaberan bo Iraqê, siyaseta hikûmeta Iraqê li dor vegerandina penaberan bo Kurdistanê û Iraqê û helwesta hikûmeta Iraqê beramber çûna penaberên Kurd bo welatên rojava, serhildana şoreşa Îslamî li sala 1979 û bandora wê li ser penaberên Kurd, helwesta xelkê Îranê û partiyên Kurdî yên Rojhilata Kurdistanê beramber penaberên Kurd.
Beşa siyê ya pirtûkê li ser barûdoxê giştî yê penaberên Kurd li Îranê ye û sê teweran bi xwe ve digire, behsa barûdoxê civakî yê penaberan wekî hevjînî û zarokbûn û barûdoxê tenduristî û perwerde û fêrkirina penaberan li gel arîşeyên civakî û çalakiyên werzişî yên penaberan, rewşa aborî ya penaberan wek mûçe û hevkariyekirina hikûmeta Îranê bo penaberên Kurd û damezrandin û karkirina penaberan li herdû kertên hikûmî û taybet, barûdoxê siyasî wek damezrandina part û rêxistinên siyasî yên Kurdî û çalakiyên siyasî yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê di nav penaberan de û beşdarbûna penaberan di çalakiyên leşkerî de dijî hikûmeta Iraqê di navbera salên (1976-1979) de, dike.
Beşa çarê ku ji sê teweran pêk tê behsa helwesta Tirkiye û hindek welatên Ewropî û rojavayî ji penaberên Kurd dike wek şahînşahiya Brîtanya û Holenda, Komara Nemsa û federalî ya Almanya û Swîsra, welatên Eskendînavî (Danîmark, Swêd, Fînlanda û Norwêc), Fransa û Belçîka û Luksembûrg, Komara Îrlanda, Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîka, Kanada û Awistralya.