

Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê
Loading

Siyaseta Îraqê ya gazê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1958-1975)
Elî Xelîl Bêtkarî
Ev pirtûk tezeke akademîk e li ser xebata Kurdên Îraqê di pênavê azadî û asayîşa neteweyî de di navbera salên (1941-1963)an de, ji pêşgotinek û sê beşan û pêvekên pêk hatiye.
Beşa yekem a vê pirtûkê li ser barûdoxê Kurdistanê piştî Şerê Cîhanî yê Yekem e û sê tewaran dihewîne ku behsa Kurdistanê ji bo emperyalîstên monopolîst wek çavkaniya madeyên xav, şopên civakî û siyasî yên desthilatdariya emperyalîstan li Kurdistanê, dabeşkirina Kurdistanê ji aliyê dewletên emperyalîst û hewldanên gelê Kurd ji bo parastina mafên xwe, dike.
Beşa duyem behsa şoreşa gelê Kurd li Kurdistanê Îraqê di heyama piştî Şerê Cîhanî yê Duyem de di pênavê serxwebûna neteweyî, rûxandina rejîma padîşahî û damezrandina sîstema komarî dike û sê tewaran dihewîne wek şoreşa çekdarî ya Kurdên Îraqê bi serokatiya Mistefa Barzanî di pênavê serxwebûna neteweyî de di salên 1943 û 1945an de, beşdarbûna hêzên demokratxwaz ên gelê Kurd ên Îraqê di xebata rizgarîxwaziya neteweyî ya Kurdên Îranê, partiyên demokrat ên Kurdistanî û rêxistinên civakî li Îraqê di dem û piştî Şerê Cîhanî yê Duyem de.
Beşa sêyem a pirtûkê li ser Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hêza rêkxer û serkirdetîkirina bizava rizgarîxwaziya neteweyî li Kurdistanê Îraqê di pênavê bidestxistina mafên neteweyî yên gelê Kurd e û sê tewaran dihewîne wek damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê û bernameya wê ya siyasî, beşdarbûna gelê Kurd bi rêberiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê di parastina Komara Îraqê, alozbûna barûdox li Komara Îraqê û xebata Partiya Dêmokrata Kurdistanê li dijî kevneperestan di heyama navbera salên (1959-1963)an de, dike.