

Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê
Loading

Siyaseta Îraqê ya gazê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1958-1975)
Elî Xelîl Bêtkarî
Ev pirtûk lêkolîneke dîrokî ye li ser êrîşên Xwarezmîyan bo ser Kurd û herêmên Kurdnişîn di navbera salên (590-644k/1194-1247z), ji pêşgotin û sê beş û pêvekan pêk tê.
Beşa yekem a vê pirtûkê li ser dîroka siyasî ya dewleta Xwarezmî û Barûdoxên herêmên Kurdnişîn di serdema desthilatdariya Atabegiyan de ye û pênc teweran dihewîne ku behsa malbata Xwarezmî û gihîştina wan bi desthilatê, girîngtirîn desthilatdarên dewleta Xwarezmî, berfirehbûna desthilata wan û destgirtina bi ser Rojhilata Îslamî, sedemên şikestina dewleta Xwarezmî li hember Mongolan û kişana wan ber bi rojava, Barûdoxên herêmên Kurdnişîn di serdema desthilatdariya Atabegiyan de, dike.
Beşa duyem behsa êrîşkarîya Xwarezmîyan bo ser Kurdistan di navbera salên (590-628k/1195-1231z) dike û ji heft teweran pêk tê ku li ser destbiserdagirtina bajarê Hemedan, êrîşa Xwarezmîyan bo ser bajarê Daqûq sala (622k/1225z), destbiserdagirtina Azerbaycan û sedemên wê, şalaw û leşkerkêşiya Xwarezmîyan bo ser bajarê Xelat di salên (623-627k/1226-1230z), hevalbendiya Selçûqiyên Romê û Eyûbiyan dijî Celaledînê Xwarezmî û girîngtirîn encamên êrîşkarîya ser Xelat, pelamara Xwarezmîyan bo ser bajarên Cezîre, helwesta herêmên Kurdî li hember leşkerkêşî û dagîrkarîya Xwarezmîyan dike.
Beşa sêyem a pirtûkê behsa peywendî ya Xwarezmîyan li gel hêz û desthilatdarên Kurd û herêmên Kurdî dike û şeş teweran dihewîne ku behsa peywendî ya Xwarezmîyan li gel Atabegiya Hewlêr, peywendî ya dewleta Xwarezmî li gel mîrên Eyûbiyan, peywendî ya jin û jinxwazî ya Kurd û Xwarezmîyan, kuştina Celaledînê Xwarezmî ji aliyê Kurdan, sedemên şikestin û rûxana dewleta Xwarezmî, peywendî ya paşmayên artêşa Xwarezmî li gel Kurdên Eyûbî yên Şam û Cezîre, dike.