

Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê
Loading

Siyaseta Îraqê ya gazê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1958-1975)
Elî Xelîl Bêtkarî
Ev pirtûk ji bilî pêristê, ronkirinên wekî pêşgotin ji aliyê desteya ensîklopediya ve jê re hatiye nivîsandin û kesayetî û bûyerên nav pirtûkê careke din hatine nasîn û di paşgavekê de pênase bûne û di dawiyê de deqa farisî (Esrar Barzan) wekî xwe hatiye danîn.
Ev pirtûk behsa erdnîgarî û jiyana civakî ya navçeya Barzan, armanca vegerandina Mistefa Barzanî ji Silêmaniyê bo Barzan û amadekariyên wî bo şoreşa Barzan û piştgiriya partiyên siyasî û rewşenbîran di şoreşa Barzan de, destêwerdana dewleta îngilîz û Ketina kabîneya hikûmeta Îraqê û pêkanîna kabîneya Nûrî Se'îd û rola Macid Mistefa di vê kabîneyê de, Barûdoxê siyasî yê cîhanê û bandorên wê li ser Kurdistanê, çûna Mistefa Xoşnaw û Mîrhac û Îzet Ebdul'ezîz bo Barzan, pêkanîn û bernameya Lijneya Azadî bo şoreşa duyem a Barzan û peywendî bi Partiya Hîwa re û pêşkêşkirina yadnameyê bo nûnerê welatên biyanî, derxistina beyannameyê li ser Barûdoxê şoreşê, gavên Lijneya Azadî ji aliyê leşkerî ve, hilgirsana şoreşa duyem a Barzan di sala 1945an de û dawîhatina şoreşê û çûna Mistefa Barzanî bo Rojhilatê Kurdistanê li Îranê dike.