

Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê
Loading

Siyaseta Îraqê ya gazê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1958-1975)
Elî Xelîl Bêtkarî
Ev pirtûk lêkolîneke dîrokî ye li ser barûdoxa kargêrî û aborî û civakî li navçeyên azadkirî yên Kurdistanê di navbera salên (1961-1970)an de, ev lêkolîn ji pêşgotinek û dergehek û sê beş û paşkokan pêk hatiye.
Beşa yekem a vê pirtûkê li ser sînorê erdnîgarî û çawaniya birêvebirina navçeyên azadkirî ye, sê teweran dihewîne ku behsa sînorê erdnîgarî yê navçeyên azadkirî, çawaniya birêvebirin û pirsgirêk û girtên wê û birêvebirina navçeyên azadkirî û ragihandinên şoreşê, damezrandina encûmena serkirdatiya şoreşê û pirsgirêk û girtên li navçeyên azadkirî û dadgehên şoreşê û corên dadgehan li navçeyên azadkirî û taybetmendî û girîngiya dadgehên şoreşê û çavkaniya darayî ya dadgehên şoreşê û pişkinîn û hûrbîniya dadgehan dike.
Beşa duyem a pirtûkê behsa barûdoxa aborî, jiyan û gûzeraniya xelkê li navçeyên azadkirî dike, ji sê teweran pêk tê: li ser berhemên çandiniyê li navçeyên azadkirî û berhemên darên berdar û berhemên xwezayî û daristan û berhemanîn di kerta çandiniyê de û palpiştî û hevkariya cotyar û niştecihên navçeyên azadkirî ji bo şoreşê, ajaldarî û şêwaz û çawaniya karê merdariyê li navçeyên çiyayî û şev bi kêv (şevîn) û pirsgirêkên li ber kerta ajaldariyê, bazirganî û corên bazirganî û pîşeweriyê.
Beşa sêyem li ser barûdox û jiyana civakî ya navçeyên azadkirî ye, sê teweran dihewîne ku behsa helwesta hozan û dabûnerîtan û rol û pêgeha jinê û dabûnerîtan, perwerde û fêrkirin, rewşa tenduristî li navçeyên azadkirî dike.