

Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê
Loading

Siyaseta Îraqê ya gazê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1958-1975)
Elî Xelîl Bêtkarî
Ev pirtûk ji du cildan pêk tê û bi awayekî giştî behsa dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê dike û babetên wê li gorî dem û bûyeran hatine rêkxistin.
Cildê yekem ê pirtûkê ji pêşgotinekê û gotarekê ya serok Mesûd Barzanî bi navnîşana ((Partiya Dêmokrata Kurdistanê çetirek ji bo hemû pêkhateyên neteweyî û ayîniyên Kurdistanê)) û ((Gotarekê kurt ji bo xebatekê dûr û dirêj)) bi nivîsandina Fazil Mîranî Sekreterê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê pêk hatiye.
Pirtûk behsa Kongreya yekem a Partiya Dêmokrata Kurd dike ku peymana millî ya Partiya Dêmokrata Kurd û bername û rêziknameya navxweyî ya Partî dihewîne, behsa çûna Mela Mistefa Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê û Konferansa giştî ya Bakû Sala 1948 û deqa gotara Mela Mistefa Barzanî di konferansê de, Konferansa Bexdayê ya Partiya Dêmokrata Kurd a Îraq Sala 1950 dike.
Behsa lidarxistina Kongreya duyem a Partiya Dêmokrata Kurd di Sala 1951 de dike ku peymana millî ya Partiya Dêmokrata Kurd a Îraqê û rêzikname û bernameya Partiya Dêmokrata Kurd a Îraqê dihewîne.
Behsa lidarxistina Kongreya sêyem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê Sala 1953 û rêziknameya navxweyî ya pesendkirî ya kongreyê, Kongreya çarem a Sala 1959 û rêzikname û bernameya pesendkirî ya kongreyê, Kongreya pêncem û qonaxa karê eşkere û rêzikname û bernameya navxweyî ya pesendkirî ya kongreyê û biryarên siyasî yên kongreyê dike.
Hilgirsa Şoreşa Eylûlê Sala 1961, Kongreya giştî ya Koyê Sala 1963, Konferansa Mawetê ya Partî Sala 1964, Kongreya şeşem a Partî Sala 1964, rêzikname û bernameya navxweyî ya pesendkirî ya kongreyê û biryar, damezrandina Encûmena Serkirdatiya Şoreşê li Kurdistanê.
Kongreya heftem a Partî Sala 1966 ku raporta siyasî ya kongreyê û rêzikname û bernameya navxweyî ya pesendkirî ya kongreyê û beyana dawîhatina kongreyê dihewîne. Konferansa leşkerî ya Kanî Semaq Sala 1967.
Kongreya heştem a Partî Sala 1970 ku gotara serok Mistefa Barzanî, deqa siyasî ya kongreyê û rêzikname û bernameya navxweyî ya pesendkirî ya Partî, dawîbeyana kongreyê û lîsteya navê mêvanên kongreyê dihewîne.
Behsa Konferansa ramyarî-leşkerî li Çoman 1973, neskoya Şoreşa Eylûlê ya Adara Sala 1975 û civînan, damezrandina Serkirdatiya Demkî Sala 1975 û civînan, Konferansa Berlînê ya Serkirdatiya Demkî Sala 1976 û biryarên siyasî yên konferansê, civîna berfireh a Şawanê ya Serkirdatiya Demkî Sala 1979 dike.
Kongreya nehem a Partî Sala 1979 ku raporta siyasî û leşkerî, rêzikname û bernameya navxweyî ya pesendkirî ya kongreyê, belaxa dawî ya kongreyê dihewîne.
Kongreya Dehêmi ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê Sala 1989 ku deqa raporta siyasî ya pesendkirî ya Komîteya Navendî, rêzikname û bernameya navxweyî ya pesendkirî ya kongreyê.