

Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê
Loading

Siyaseta Îraqê ya gazê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1958-1975)
Elî Xelîl Bêtkarî
Ev pirtûk lêkolîneke dîrokî ye li ser têkoşîna Sasaniyan û Bîzansiyan û bandorên wê li ser Kurdistanê kevn di navbera salên (590-630) zayînî de, babetên wê bi awayê bend û beş hatine rêkxistin ku ji pêşgotinek, berkol û sê bendan û paşkan pêk hatiye. Berkola vê pirtûkê, kurteyekî dîrokî yê împeratoriya Sasaniyan û Bîzansiyan dihewîne.
Benda yekem a pirtûkê behsa paşxaneyeke erdnîgarî û dîrokî ya Kurdistanê kevn û têkoşîna Sasaniyan û Bîzansiyan ji sala 224ê z heta sala 590ê z dike û du beş dihewîne, ku li ser Kurd û navê Kurdistan, herêm û bajarên herî girîng ên Kurdistanê kevn wek herêma Medya û Azerbaycan (Medya Atropatene) û Mezopotamyaya jorîn (Cezîre) û Hedyab û Kurdox, herêmên din ên ku Kurd tê de niştecî bûne wek herêma Ermenistan û Fars û Ehwaz (Xûzistan), niştecîyên din ên Kurdistanê kevn wek Fars û Ereb û Ermen û Roman, pêkhateya olî wek Zerdeştî û Mesîhî. Sedemên derketina têkoşînan û girîngiya Kurdistanê di têkoşîna Sasaniyan û Bîzansiyan de.
Benda duyem behsa peywendîyên siyasî û têkoşîna Serbazî di navbera salên (590-621ê z) dike û ji du beşan pêk tê, li ser serdema peywendîyên siyasî yên di navbera salên (590 - 602 ê z) wek tevgera Behram Çobîn û penaberbûna Xusrew Perwêz bo împeratorê Bîzansê Morîs, êrîşa Bîzans-Sasanî bo vegerandina Xusrew Perwêz bo ser kursiya desthilatê, serdema peywendîyên dîplomatîk di navbera salên (591- 602 ê z) û kêşeyên navxweyî yên Bîzansê û nîşaneyên ji nû ve derketina têkoşîna Sasanî-Bîzansî. Ji nû ve derketina têkoşîna Serbazî di navbera salên (603-621ê z) wek têkoşîna serdema Foqas-Perwêz (602-610), ku êrîşên Sasaniyan (603-610ê z) û êrîşa li ser Mezopotamyaya jorîn û êrîşa li ser Ermenistanê dihewîne, têkoşînên serdema Hêrakliyos-Perwêz (610-628ê z), ku şoreşa Hêrakliyos û Hêrakliyosê împerator û têkoşînên (610- 622 ê z) dihewîne, sedemên neserketina împeratoriya Bîzansê heta sala 622ê z.
Benda sêyem a vê pirtûkê behsa qonaxa dawî ya têkoşînên Sasaniyan û Bîzansiyan û bandorên wê li ser Kurdistanê kevn dike û ji du beşan pêk tê, ku li ser qonaxa dawî ya têkoşîna di navbera salên (622-630ê z) ye wek amadekarî û rêkxistinên Hêrakliyos bo rûbirûbûna Perwêz, êrîşên Hêrakliyos di navbera salên (622 - 625 ), yekalîkirina têkoşîna Sasanî-Bîzansî li Kurdistanê, Hêrakliyos û têkoşîna li ser textê desthilata Sasaniyan. Şopên têkoşîna Sasanî-Bîzansî li ser Kurdistanê kevn wek şopên siyasî û olî û aborî.