

Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê
Loading

Siyaseta Îraqê ya gazê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1958-1975)
Elî Xelîl Bêtkarî
Ev pirtûk ji derazînk û ne pşkan pêk tê ku bi giştî behsa êrîşa Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê (DAIŞ) bo ser Kurdistanê dike.
Pşka êkê ya vê pirtûkê li ser Îslama sîyasî ye û ne tewera bi xwe ve digire ku behsa rêxistina terorîstî Qaidê, rêkarên ji bo bihêzkirina hewa bawerîyê hatine wergirtin, Beas û çekdarên bîyanî û selefîyên cîhadî, pilandanerê damezrandina Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê (DAIŞ), bîr û bawer û îdeolojîya DAIŞê, jêder û dahatên diravî yên DAIŞê, wîlayetên DAIŞê li Îraqê û welatên Erebî û cîhanê, serbazgirtina zarokan, dagîrkirina Îraqê û çêkirina Dewleta Îslamî li Sûrîya, dike.
Pşka duwê behsa deverên veqetîyayî yên Kurdistanê û Erebkirinê dike û çar tewera pêk tê, qonaxên Erebkirinê, pilana êrîşa DAIŞê bo ser Kurdistanê, piştevanîya Emrîka û welatên rojava bo Kurdan, azadkirina deverên ji Kurdistanê veqetîyayî yên DAIŞê kontrol kirin.
Pşka sêy li ser Şingal, Êzdî û DAIŞê ye û pênc tewera pêk tê û behsa teror û ayîn, eşîrên derdora Şingalê û yên xiyanet li Êzdîyan kirin, girîngîya bajarê Şingalê bo Dewleta Îslamî (DAIŞ), xapandina Êzdîyan, dîdevan, dike.
Pşka çarê ya vê pirtûkê behsa DAIŞ û Mesîhîyan dike û du tewera bi xwe ve digire, li jêr devê şêwirî bo Selman bibe, dîdevanîyên rasterast ji deşta Neynewa ya Mesîhî.
Pşka pêncê tawanên DAIŞê û wêrankirin û xerabkirina mizgeft û perestgehên ayînî û bikaranîna çekên kîmyayî ji alîyê DAIŞê ve bi xwe ve digire.
Pşka şeşê behsa şerê azadkirina deverên ji Kurdistanê veqetîyayî ye û sê tewera pêk tê, serkirdayetîya Barzanî, rêkeftina Emrîka û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, derbazbûna leşkerê Îraqê di Kurdistanê re biçe bo azadkirina Mûsilê.
Pşka heftê behsa Kurdên Rojavayê û DAIŞê dike û du tewera bi xwe ve digire, damezrandina PEYEDÊ, kombûna serok Mesûd Barzanî ligel Kurdên Rojavayê.
Pşka heştê li ser şerê Kobanê û şandina Pêşmerge bo Kobanê ye û sê tewera pêk tê, bizavên şandina Pêşmerge bo Kobanê, Tirkîya û DAIŞê, helwesta Îranê û Dewleta Îslamî û Kurdistan.
Pşka nehê behsa amarên DAIŞê dike û çar tewera bi xwe ve digire, amarên hejmara Êzdîyan û hejmara awaran, kampên awaran bo Êzdîyan, referandûm, dastanên Pirdê û Sêhêla.