

Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê
Loading

Siyaseta Îraqê ya gazê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1958-1975)
Elî Xelîl Bêtkarî
Ev pirtûk di bingeh de têza doktorayê ye û ji pêşgotinek û çar beşan û pêvekekê pêk hatiye.
Beşa yekem derbarê eşîrên Barzan heta sala 1915an e û çar teweran dihewîne, ku behsa bingehê navê Barzan û cihê erdnîgarî û niştecihan, rola şêxên neqşebendî di yekgirtina eşîrên Barzan, eşîrên Şêxê Barzan û barûdoxa civakî, bergirîkirina eşîrên Barzan bi rêberiya Şêx Ebdulselam Barzanî li hemberî desthilatdarên osmanî heta sala 1915an, dike.
Beşa duyem a pirtûkê behsa barûdoxa siyasî û civakî ya eşîrên Barzan di navbera salên (1915-1931) dike û ji sê teweran pêk tê ku behsa pêşhatên siyasî û bandora wan li ser eşîrên Barzan di navbera salên (1915-1921), pêşhatên siyasî li Îraqê û bandora wan li ser eşîrên Barzan di navbera salên (1921-1927), helwesta Brîtanya û Îraqê li ser tevgerên eşîrên Barzan di navbera salên (1927-1931), dike.
Beşa sêyem derbarê tevgerên eşîrên Barzan bi serkirdatiya Şêx Ehmedê Barzanî di navbera salên (1931-1935) e, sê teweran dihewîne ku behsa sedema bizava çekdarî ya eşîrên Barzan û helwesta eşîrên Kurd û hikûmeta Îraqê û desthilatdarên brîtanî û welatên derdorê di navbera salên (1931-1935), helwesta rojnamegeriya îraqî û Encûmena Nûnerên Îraqê derbarê bizava eşîrên Barzan bi serkirdatiya Şêx Ehmed Barzanî di navbera salên (1931-1935), vegerandina desthilata rêvebirinê li devera Barzan di navbera salên (1933-1935), dike.
Beşa çarem a vê pirtûkê behsa rewşa eşîrên Barzan di navbera salên (1935-1958) dike û ji sê teweran pêk tê, barûdoxa navçeya Barzan û eşîran heta sala 1943an, bizava Mela Mistefa Barzanî û rola eşîrên Barzan di navbera salên (1943-1945), barûdoxa barzaniyan di navbera salên (1945-1947).