

Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê
Loading

Siyaseta Îraqê ya gazê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1958-1975)
Elî Xelîl Bêtkarî
Ev pirtûk hejmara 13 ya rêze pirtûkên (60 saliya Şoreşa Eylûlê (1961-1975)) e, ku ji bilî pêşgotina wê ji peyvekê di nivîsandina Muslih Hemze û du beş û paşkokekê pêk hatiye.
Bi giştî pirtûk di derbarê çawaniya serhildana Şoreşa Eylûlê û sedem û guhertinên bi ser Kurdistanê Îraqê de û qonaxên derbaskirina Şoreşa Eylûlê dike.
Beşa yekem a pirtûkê behsa qonaxên Şoreşa Eylûlê û destkeftiyên şoreşê dike ku qonaxa yekem di 11ê Eylûla 1961ê heta bidawîhatina desthilata Ebdulkerîm Qasim di 8ê Sibata sala 1963an de dihewîne, qonaxa duyem hatina Beasiyan e bo ser desthilatê û destpêkirina danûstandinan li gel serkirdetiya şoreşê û destpêkirina şer, qonaxa sêyem danûstandin li gel hikûmeta Ebdulselam Arif ku destkeftiyek bû ji bo şoreşê, qonaxa çarem encama danûstandin li gel hikûmeta Bezzaz û ragihandina beyannameya 29ê Hezîranê, qonaxa pêncem behsa destkeftiyeke mezin wekî rêkeftinnameya 11ê Adarê û qonaxa şeşem têkçûna rêkeftinnameya 11ê Adarê û dubare destpêkirina şer dike.
Beşa duyem a vê pirtûkê behsa Şoreşa Eylûlê li devera Badînan di warê tenduristî, leşkerî, rêxistina partayetî, civakî, hatina Beas û serdema şoreşê, awarebûn li deverê dike.