

Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê
Loading

Wergêrana cîhanî: Pir-cemserî û jeopolîtîka Rojhilata Navîn
Dr. Behroz Ce'fer
Ev pirtûk têzeke akademîk e li ser siyaseta Îraqê ya gazê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê di navbera salên (1958-1975)an de, ku ji pêşgotin û derazînk û sê pişkan û paşbendekê pêk tê.
Di derazînkê de, kurtiyeke dîrokî li ser destpêka vedîtina gazê li Îraqê û hatina kompaniyên gazê bo Îraqê hatiye behskirin.
Pişka yekem a vê pirtûkê, li ser siyaseta Îraqê ya gazê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê, di navbera salên (1958-1963)an de ye û ji sê tewaran pêk tê, ku danûstandinên hikûmeta Îraqê li gel kompaniyên gazê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê, derxistina yasaya hejmar (80) ya sala 1961ê û têkçûna peywendiyên hikûmeta Îraqê û Partiya Dêmokrata Kurdistanê û lêdana gazxaneya Eynzale di çiriya pêşîn a 1962an de, hatiye şirovekirin.
Pişka duyem, behsa siyaseta Îraqê ya gazê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê, di navbera salên (1963-1970)an de dike û ji sê tewaran pêk tê, ku danûstandinên hikûmeta Îraqê li gel kompaniyên gazê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê di navbera salên (1963-1966)an de, yasaya hejmar (97) ya sala 1967ê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê û lêdana gaza Kerkûkê di adara 1966an de bi xwe ve digire.
Pişka sêyem li ser siyaseta Îraqê ya gazê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê, di navbera salên (1970-1975)an de ye û sê tewaran bi xwe ve digire, behsa danûstandinên xwemalîkirina gazê li gel kompaniyên gazê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê di navbera salên (1970-1972)an de, yasaya xwemalîkirina gazê hejmar (69) ya sala 1972an û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê, siyaseta Îraqê ya gazê piştî xwemalîkirina gazê û helwesta Partî di navbera salên (1973-1975)an de, dike.