

Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê
Loading

Siyaseta Îraqê ya gazê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1958-1975)
Elî Xelîl Bêtkarî
Ev pirtûk di bingeh de tezeke akademî ye li ser siyaseta Amerîka li hemberî doza Kurdî li Îranê di navbera salên 1960-1981an de, xwendineke dîrokî û belgeyî ye, ji pêşekî û şeş beş û paşbendekê pêk hatiye.
Beşa yekê ya vê pirtûkê li ser helwesta Amerîka ya li hemberî doza Kurdî li Îranê di navbera salên 1943-1959an de ye û ji sê tewaran pêk tê, ku behsa Amerîka û bûyerên bajarê Ûrmiyê li sala 1943an, barûdoxên siyasî yên Kurdan li Îranê bi dîtina Amerîkayê di kanûna duyê 1943 heta adara 1947an, pêşhatên doza Kurdî li Îranê di helwestên Amerîkayê de li nîsana 1947-kanûna yekê 1959an, dike.
Beşa duyê li dor siyaseta Amerîka li hemberî doza Kurdî li Îranê di navbera salên 1960-1972an de ye û sê tewaran bi xwe ve digire, siyaseta Amerîka li hemberî pêşveçûnên doza Kurdî li Îranê di navbera kanûna duyê 1960- çiriya yekê 1963an, pêşhatên siyasî yên doza Kurdên Rojhilat û siyaseta Amerîkayê di navbera salên 1964-1968an de, bandora peywendiyên Amerîka û Îranê li ser Kurdên Rojhilat di navbera salên 1969-1972an de.
Beşa siyê behsa pêşveçûn û rengvedana doza Kurdî di nav pêşhatên Îranê û siyaseta Amerîkayê di navbera salên 1973-1978an de dike, sê tewaran bi xwe ve digire li ser çarenivîsa doza Kurdî di bin siya siyaseta Amerîkayê de di navbera salên 1973 heta 1971an, siyaseta Amerîka li hemberî bandora doza Kurdî li ser rewşa siyasî ya Îranê li sala 1977an, beşdariya Kurdan di Şoreşa Gulanê ya gelên Îranê de û rengvedana doza Kurdî di helwest û siyaseta Amerîkayê de li sala 1978an.
Beşa çarê li ser siyaseta Amerîka li hemberî danûstandin û pêşhatên siyasî li Rojhilatê Kurdistanê di navbera kanûna duyê heta 22ê tebaxa 1979an de ye û ji sê tewaran pêk tê, ku behsa şer û danûstandinên otonomiyê di navbera Kurd û hikûmeta Îranê de û siyaset û helwestên Amerîkayê di kanûna duyê-adara 1979an, pêşhatên hewlên Kurdan ên hikûmeta xwe-birêvebirinê ligel desthilata nû ya Îranê û siyaseta Amerîkayê li nîsan-gulan 1979an, barûdoxê bizavên Kurdan ên bi destxistina mafên xwe yên neteweyî ligel hikûmeta Îranê û siyaseta Amerîkayê li hezîranê heta 22ê tebaxa 1979an, dike.
Beşa pencê behsa helwest û siyaseta Amerîka li hemberî pêşhatên siyasî li Rojhilatê Kurdistanê li 23ê tebaxê heta kanûna yekê ya 1979an dike û sê tewaran bi xwe ve digire, siyaseta Amerîka li hemberî danûstandinên Kurdan û rejîma nû ya Îranê li 23-31ê tebaxa 1979an, siyaseta Amerîka di nav hewlên aştiyê di navbera Taran û Kurdan de li Eylûlê-çiriya yekê ya 1979an, qonaxa dawiyê ya şer û danûstandinên Kurdan ligel hikûmeta Îranê û siyaseta Amerîkayê di çiriya duyê-kanûna yekê ya 1979an.
Beşa şeşê li ser siyaseta Amerîka li hemberî doza Kurdî li Îranê di navbera salên 1980-1981an de ye û sê tewaran bi xwe ve digire ku behsa bizava neteweyî ya Kurdî li Îranê û siyaseta Amerîka li hemberî wê di kanûna duyê- tîrmeha 1980an, doza Kurdî di navbera guhertinên siyaseta Îran û Amerîkayê de li tîrmehê-çiriya duyê ya sala 1980an, şikestina bizava neteweyî ya Kurdên Rojhilat û siyaseta Amerîkayê li kanûna yekê 1980 -çiriya duyê 1981an, dike.