
Desthilata dadwerî di Şoreşa Eylûlê de
- پارتی دیموکراتی کوردستان
- شۆڕشی ئەیلوول
- پەرتووک

Siyaseta Îraqê ya gazê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1958-1975)
Elî Xelîl Bêtkarî
Ev pirtûk ji pêşgotinek û çar beşan û albûma wêneyan pêk hatiye.
Beşa yekem a vê pirtûkê derbarê damezrandin û rêvebirina dadgehan di Şoreşa Eylûlê de ye wek damezrandina yekem dadgeha bilind a şoreşê, karûbarên dadwerî di Şoreşa Eylûlê de, cor û şêweyê damezrandina dadgehan di serdema Şoreşa Eylûlê de, çêkirina dadgehan û mercên damezrandina wan, giriftên li ber dadgehan, çaksaziyên civakî yên Şoreşa Eylûlê û hinek ji dadwerên Şoreşa Eylûlê.
Beşa duyem a pirtûkê behsa hinek ji dezgeh û saziyên Şoreşa Eylûlê dike, wek Emîndariya Giştî ya Edl û Ewqaf, Encûmena Bilind a Kargêriya lîwayên Kurdistanê û Yekîtiya Zanayên Îslamî ya Kurdistanê.
Beşa sêyem behsa rengvedana dadperweriya Şoreşa Eylûlê dike, wek rola dadgehan di yeklakirina kêşeyan de, piştgiriya şoreşê ji biryarên qaziyê şerî, çend nimûneyan ji dadperweriya Serok Mela Mistefa Barzanî û helwesta leşkerê şoreşgerê Kurdistanê li hemberî dîlên şer.
Beşa çarem derbarê hinek ji zanayên olî yên nav şoreşê ye wek wan melayên ku erka qaziyê şerî ji wan re hatibû spartin, wan zanayên olî yên ku li derveyî desthilata Şoreşa Eylûlê karê qaziyê şerî kirine, hinek ji wan melayên ku rola yeklakiriyan di çareserkirina kêşeyên civakî de hebûye, wan mamostayên ku endamên lijneya bilind a fetwayê bûn.