

Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê
Loading

28 roj heta Aras
Rencber Şewket Pîranî
Ev pirtûk ji pêşekiyek û sê beş û paşko û dokûmentan û wêneyan pêk tê, babetên beşan li gorî sal û bûyeran hatine rêkxistin.
Beşa yekem a vê pirtûkê bi giştî behsa doza Kurd û hikûmetên Îraqê dike, ku babetên şoreşa 14ê tîrmehê û serdema komara yekem, barûdoxê Kurdistanê di qonaxa piştî Ebdulkerîm Qasim û piştî derbeya 17ê tîrmeha sala 1968an, Şoreşa Eylûlê werçerxanek di dîroka xebata çekdarî ya Kurd, rêkeftinnameya 11ê adara 1970yî, hilgirsa Şoreşa Gulanê, bereya Kurdistanî ya seretaya qonaxa aştiyane ya bizava rizgarîxwaza Kurdistanê, bîroka raperînê û hewlek ji bo xwe-amadekirinê, raperîna 1991ê û pelamarkirin û leşkerkêşiyên artêşa Îraqê ji bo dagîrkirina Kurdistanê, di xwe de digire.
Beşa duyem a pirtûkê behsa şerê Korê dike, ku êrîşên artêşa Îraqê ber bi Korê û plana yekem a êrîşê ji bo zincîre çiyayên li ser Korê, êrîşa berevajî ya Pêşmerge ji bo ser binkeyên serbazî yên artêşa Îraqê û plana duyem a êrîşê ji bo derbendê Korê, sedemên serkeftina Pêşmerge di şerê Korê de, destpêkirina gotûbêjan ligel hikûmeta Îraqê, danûstandina navbera bereya Kurdistanî û hikûmeta Îraqê sala 1991ê, biryara 886 û navçeya aram ji bo Kurd û encama wê, di xwe de digire.