

Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê
Loading

Siyaseta Îraqê ya gazê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1958-1975)
Elî Xelîl Bêtkarî
Ev pirtûk lêkolîneke belgeyî ye taybet bi serkirde Xelîl Xoşewî ku bi awayê babet rêkxistî ye, ji pêşekiyek û çend babetan û paşkoyan pêk tê.
Babetên vê pirtûkê behsa nijada malbata Xelîl Xoşewî û peywendiya wan bi şêxên Barzan re, rola Xelîl Xoşewî di tevgera Şêx Ehmedê Barzan de, serhildana tevgera Xelîl Xoşewî, karê îstixbarata hikûmeta Îraqê li ser çalakiyên Xelîl Xoşewî, helwesta hikûmeta Îraqê li hember malbata şêxên Barzan di rojgara tevgera Xelîl Xoşewî de, pevçûna di navbera hêzên polîs û alîgirên Xelîl Xoşewî, damezrandina polîsê nanîzamî û pêşniyara çekdarkirina Mihemed Axa yê Mêrgesorî ji bo rûbirûbûna tevgera Xelîl Xoşewî, hemahengiya di navbera hikûmeta Tirkiye û Îraqê de li dijî Xelîl Xoşewî û alîgirên wî, ragihandina rewşa awarte, penahbirina Xelîl Xoşewî bo axa Îranê, mercên muteserifê Mûsilê û qeymeqamê Zêbar bo barzaniyan, danûstandina xwe-radestkirinê di navbera Xelîl Xoşewî û hikûmeta Îraqê de, çûna Xelîl Xoşewî bo navçeya eşîra Rêkaniyan û kuştina wî, çarenivîsa alîgirên Xelîl Xoşewî û serkirde Ebdulla Kirkemoyî piştî nemana Xelîl Xoşewî, pêk tê.