
Şiyanên erdnîgarî yên Herêma Rojavayê Kurdistanê (Lêkolînek di erdnîgariya siyasî de)
- pdk
- kdp

Siyaseta Îraqê ya gazê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1958-1975)
Elî Xelîl Bêtkarî
Ev pirtûk lêkolîneke akademîk e derbarê sînorê Herêma Rojavayê Kurdistanê di nav dewleta Sûriyeyê û Kurdistanê mezin de, ku bi şêweyê beş û babet û tewer hatiye rêkxistin, ji pêşgotinek û çar beşan û pêvekekê pêk hatiye.
Beşa yekem a vê pirtûkê çarçoveya teorî ya lêkolînê ye, du babetan dihewîne derbarê têgeha Kurd û sînorê Kurdistanê û dabeşkirina Kurdistanê û destnîşankirina sînorê Kurdistanê, têgeha herêm û Rojavayê Kurdistanê û diyarkirina sînorê Herêma Rojavayê û rûber û şêwe û cihê Herêma Rojavayê ye.
Beşa duyem behsa şiyanên xwezayî yên erdnîgarî yên Herêma Rojavayê dike ku pêkhateya jeolojî û bilindî û nizmiyê, avûhewa, samanên avî, ax û rûpoşa riwekî, samanên kanzayî dihewîne.
Beşa sêyem derbarê şiyanên erdnîgarî yên mirovî yên Herêma Rojavayê ye û ji du babetan pêk tê, behsa erdnîgariya niştecihên Herêma Rojavayê wek guhertinên demografî û guhertin û dabeşbûn û pêkhateya niştecihan, şiyanên erdnîgarî yên aborî yên Herêma Rojavayê Kurdistanê wek çalakiyên çandinî û pîşesazî û veguhastin û bazirganî û xizmetguzarî û geştiyariyê dike.
Beşa çarem derbarê nirxandina şiyanên siyasî û asteng û senaryoyên paşeroja Herêma Rojavayê ye, ku hêzên siyasî yên Herêma Rojavayê, serhildana cemawerî ya Sûriyeyê û Kurdên Rojavayê, Rêveberiya Xweser û qonaxên çêbûna wê, peywendiyên navxweyî û derveyî yên Herêma Rojavayê, asteng û senaryoyên li ber paşeroja Herêma Rojavayê dihewîne.