

Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê
Loading

28 roj heta Aras
Rencber Şewket Pîranî
Ev pirtûk hejmara 14 a rêze pirtûkên (60 saliya şoreşa Îlonê (1961-1975)) e, ji pêşekiyek û ronkirinek û wêneyan pêk hatiye.
Di vê pirtûkê de behsa navê Pêşmerge dike ku ji Komara Kurdistanê ve wekî çekdarê Kurd kete nav ferhenga siyasî û civakî û çekdarî ya Kurd û şirovekirin jê re hatiye kirin, behsa çawaniya bidestxistina çek û astengên li ber ne bihêzbûna hêza çekdarî ya Kurd, peywendiya di navbera Pêşmerge û civakê û sedema nebûna peywendiya malbatî, pilangêriyên bi kom li dijî şoreşgeran, jin di xebata çekdarî ya Kurd de dike.
Pirtûk taybetmendiyên Pêşmerge dixe ber çavan ku hinek ji wan xwedî bawerî û helwesta şoreşgerî, berjewendî parêzê giştî, çekhilgirê parêzkar, parêzerê nasnameya gel û welat, canfîdayê gel û nîştiman e.