

Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê
Loading

Siyaseta Îraqê ya gazê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1958-1975)
Elî Xelîl Bêtkarî
Ev pirtûk ji pêşgotinek û yanzdeh beşan û sê pêvekên wêneyan û wêneyên dezgeha bêtêlê û belge û dokûmentan pêk hatiye.
Beşa yekem a pirtûkê behsa qonaxên serhildana amûrên peywendîkirinê û Şoreşa Eylûlê û awayê bidestxistina amrazên peywendîkirinê, desteser-kirina yekem amûra bêtêlê li devera Badînan û desteser-kirina bêtêlê di şeran de dike.
Beşa duyem, mijarên wekî qonaxên damezrandin û firehkirina muxaberata giştî ku qonaxa yekem di navbera salên 1961-1964) û qonaxa duyem di navbera salên (1964- 1970) û qonaxa sêyem û dawî di navbera salên (1970- 1975), bêtêla Aras yekem bingeha bêtêla şoreşê, şîrovekirina yekem peyama şîfrekirî di destpêka şoreşê de, bêtêl li baregeha Mekteba Siyasî (Çemê Rêzan), destpêka damezrandina tora peywendîkirinê (bêtêl) li baregeha Mekteba Siyasî, peywendiya di navbera bêtêla şoreşê û bêtêla hikûmetê, damezrandina bêtêla giştî di Sala 1964, xûlên bêtêlê, dihewîne.
Beşa sêyem behsa peyam û cureyên peywendîkirina bi bêtêlê dike, herwiha yekemîn ew peyamên ku di destpêka damezrandina tora peywendîkirinê de hatine şandin an wergirtin.
Beşa çarem behsa şîfre û şîfrekariyê û herwiha pênaseya şîfreyê dike û rola peyamên şîfrekirî di parastina jiyana Pêşmerge û Mistefa Barzanî de û agahdarbûn li ser hatina rojnamevanên biyanî bi rêya peyama şîfrekirî.
Beşa pêncem behsa Mors dike ku dezgeh û zaraveyeke taybet bi şandin û guhertina name û peyaman e ku bi şêweyekî giştî ji xal û hêlan pêk tê.
Beşa şeşem bi giştî behsa radyoyê dike ku rêyeke din a peywendîkirinê ye û herwiha îstgeha radyoyê û yekem radyoya şoreşê û yekem weşana îstgeha Radyoya Dengê Kurdistanê û bîroka navlêkirina îstgeha şoreşê bi Radyoya Dengê Kurdistanê ya Îraq, radyo hevalê nêzîkê Mistefa Barzanî.
Beşa heftem behsa telefon û veguhêzê (bedale) yê şoreşê dike û yekem tora peywendîkirinê bi rêya telefonê bûye bi Şoreşa Eylûlê.
Beşa heştem behsa rola teter (peyamber) dike di Şoreşa Eylûlê de.
Beşa nehem, baregehên bêtêlê û sedemên veguhastina wan.
Beşa dehem behsa beşên dezgeha muxaberata giştî û cureyên bêtêlê dike.
Beşa yanzdehem rola muxaberatê di gihandina kadroyên parçeyên din ên Kurdistanê de hatiye xistin ber çavan, herwiha hevkariya partiyên din ên Kurdistanê ji aliyê bêtêla şoreşê ve, plana Mistefa Barzanî ji bo kontrolkirina bêtêla dijmin, hinek girîngî û bikaranînên din ên bêtêlê bi giştî, navê kadroyên bêtêlê di Şoreşa Eylûlê de hatiye behskirin.