

Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê
Loading

Siyaseta Îraqê ya gazê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1958-1975)
Elî Xelîl Bêtkarî
Ev pirtûk lêkolîneke akademîk e ku ji zimanê erebî hatiye wergerandin, behsa dîroka tevgera xwendekarên Kurd û têkoşîna wan a pîşeyî û siyasî li Îraqê di navbera salên (1926-1970) de dike, ji pêşgotin û destpêk û çar beşan û pêvekan pêk tê.
Di destpêkê de behsa seretaya derketina tebeqeya xwendekarên Kurd û serhildana hişmendiya siyasî û rêxistinî ya xwendekaran, di dawiya serdema dewleta osmanî de dike, piştre gavavêtin bo damezrandina yekem rêxistina xwendekarên Kurd bi navê Komeleya Hêvî di Sala 1912 û rola xwendekarên Kurd di wê komele û rêxistinan de.
Beşa yekem di derbarê rola xwendekarên Kurd di komeleyên rewşenbîrî û rêxistinên siyasî yên Kurd li Îraqê de di navbera salên (1926-1946) e, du teweran dihewîne, rola xwendekarên Kurd di pêkanîna komeleyên rewşenbîrî û rêxistinên siyasî de heta serxwebûna Îraqê Sala 1932 wek Komeleya Dibistana Nehze (Rabûn), ew komeleyên piştî yekalîkirina wilayeta Mûsilê pêk hatin, Komeleya Lawan, Komeleya Alîkarên Kurd û Komeleya Dîdewaniya Kurd. Pêşketina rola xwendekarên Kurd di qonaxa piştî serxwebûna Îraqê de wek Yana Simko Şikak, Komeleya Azadiya Kurd, Komeleya Brûsk, Komeleya Darker, pêşrewiya xwendekaran di Partî Hîwa û rola xwendekaran di komele û rêxistinên çep ên Kurd de.
Beşa duyem taybet e bi pêşketina rêxistinên xwendekarên Kurd li Îraqê di navbera salên (1946-1970), ji du teweran pêk tê ku behsa hewldanên çêkirina rêxistina xwendekaran li Îraqê dike wek hewldanên destpêkê yên pêkanîna Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê li Îraqê, damezrandina yekem rêxistina xwendekaran li Îraqê, serhildana rêxistineke tevgera xwendekarên Kurd piştî damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Partî) di Sala 1946, pêkanîna rêxistina xwendekarên Kurd(K.P.X)(Komeleya Pêşketina Xwendewariyê) Sala 1946 li Koyê û Kongreya (El-Sîba'î) ya Sala 1948 û Yekîtiya Giştî ya Xwendekarên Îraqê. Pêkanîna rêxistina xwendekarên Kurd li Îraqê wek damezrandin û pêşketina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê.
Beşa sêyem ku du teweran dihewîne di derbarê helwesta xwendekaran û rêxistinên xwendekarên Kurd li hember pêşketinên siyasî yên navxweyî û derwe di navbera salên 1926-1970 de ye, pêşketinên navxweyî wek tevgera rizgarîxwaza neteweyî ya Kurd, bûyer û pêşketinên siyasî yên dema navbera salên (1926-1961), raperîna Barzan di navbera salên 1943-1945, helwesta xwendekaran li hember siyaseta hikûmetê li hember barzaniyan, Şoreşa Eylûlê û pêşketinên 1961-1970, ketin ji Partî Sala 1964 û rêkeftinnameya 11ê Adara 1970. Pêşketinên siyasî yên Îraqê û erebî wek tevgera meha gulanê ya 1941, raperîn (Wethbe) ya kanûna duyem a 1948, raperîna tîrmeha 1952, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958 û rejîma nû, kûdetaya 8ê sibata 1963, pirsa Filistînê û dijminatiya sêalî ya li ser Misirê di Sala 1956.
Beşa çarem tîrêjê dixe ser çalakiyên rewşenbîrî û civakî yên tevgera xwendekarên Kurd li Îraqê wek rojnamegerî û belavkirin, pirtûk û gotar, beşdarbûn di festîvalên cîhanî de, pêşkêşkirina şanogerî û pêşandanên hunerî, ahengêran bi boneya cejna neteweyî Newroz, ahengên hevdu naskirin û çalakiyên din.