

Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê
Loading

Siyaseta Îraqê ya gazê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1958-1975)
Elî Xelîl Bêtkarî
Ev pirtûk hejmara 8 a rêze pirtûkên (60 saliya Şoreşa Eylûlê (1961-1975)) e, sê pêşekî di xwe de digire, ku pêşekiyek bi nivîsandina D. Ebdulfetah Elî Botanî û pêşekiya lêkolîner û pêşekiya çapa duyem bi nivîsandina nivîskar e, ji pênc beş û paşko û wêneyan pêk hatiye.
Beşa yekem a pirtûkê behsa tevgera neteweyî ya Kurd li Kurdistana Îraqê di navbera salên (1958-1964) de dike ku barûdoxê siyasî li Kurdistanê ji 14ê tîrmeha 1958 heta 18ê mijdara 1963, pêşhatên siyasî li Kurdistanê di encama derbeya 18ê mijdara 1963 de.
Beşa duyem di barê barûdoxê pêkanîna Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê li Kurdistana Îraqê de ye ku çar babetan di xwe de digire, civîna yekem a encûmenê û berçavtirîn bûyerên vê rûniştinê, bertekên aliyên Kurdî derbarê pêkanîna encûmenê, helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê û rêxistinên pîşeyî û cemawerî di barê pêkanîna encûmenê, beyanname û belavokên destpêkê yên Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê.
Beşa sêyem behsa pêşhatên barûdoxê siyasî li Kurdistanê di navbera salên (1965-1970) de hatiye kirin û sê teweran di xwe de digire ku behsa Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê li Kurdistanê û têkçûna barûdox di encama destpêkirina şer di nîsana 1965, Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê li Kurdistanê û pêşhatên siyasî li Kurdistanê piştî derbeya 17ê tîrmeha 1968, dawiya Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê li Kurdistanê dike.
Beşa çarem behsa çalakiyên Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê û tevgerên navxweyî dike di barê rêkxistina rêveberiyan û karûbarên darayî, tenduristî, perwerde û fêrkirin, pirsgirêka erd û zeviyan û barûdoxê cotyaran, pêşxistina dadweriyê, karûbarên Pêşmerge, warê civakî.
Beşa pêncem a vê pirtûkê behsa çalakiyên derveyî yên Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê ji bo piştgiriya şoreşa Kurd li Kurdistanê dike, ku çar babetan di xwe de digire di barê hewldanên derveyî yên encûmenê heta dema derketina şer li Kurdistanê sala 1965, geşta Îsmet Şerîf Wanlî bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û encamên wê, çalakiyên derveyî yên encûmenê heta sala 1966, Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê li Kurdistanê û çalakiyên wê yên derveyî heta sala 1970.