

Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê
Loading

Ev pirtûk hejmara 8 a rêze pirtûkên (60 saliya Şoreşa Eylûlê (1961-1975)) e, sê pêşgotin dihewîne, ku pêşgotinek bi nivîsandina D. Ebdulfetah Elî Botanî û pêşgotina lêkolîner û pêşgotina çapa duyem bi nivîsandina nivîskar e, ji pênc beş û pêvek û wêneyan pêk hatiye.
Beşa yekem a pirtûkê behsa tevgera neteweyî ya Kurd li Kurdistana Îraqê di navbera salên (1958-1964) dike ku barûdoxê siyasî li Kurdistanê di 14ê tîrmeha 1958 heta 18ê çiriya paşîn a 1963, pêşhatên siyasî li Kurdistanê di encama kûdetaya 18ê çiriya paşîn a 1963 de.
Beşa duyem di derbarê barûdoxê pêkanîna Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê li Kurdistana Îraqê ye ku çar basan dihewîne, civîna yekem a encûmenê û berçavtirîn bûyerên vê rûniştinê, kardaneweya aliyên Kurd e derbarê pêkanîna encûmenê, helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê û rêxistinên pîşeyî û cemawerî ye derbarê pêkanîna encûmenê, beyanname û belavokên destpêkê yên Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê.
Beşa sêyem behsa pêşhatên barûdoxê siyasî li Kurdistanê di navbera salên (1965-1970) kiriye û sê teweran dihewîne ku behsa Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê li Kurdistanê û têkçûna barûdox di encama destpêkirina şer di nîsana 1965, Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê li Kurdistanê û pêşhatên siyasî li Kurdistanê piştî kûdetaya 17ê tîrmeha 1968, dawiya Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê li Kurdistanê dike.
Beşa çarem behsa çalakiyên Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê û tevgerên navxweyî dike derbarê rêkxistina rêveberiyan û karûbarên darayî, tenduristî, perwerde û fêrkirin, pirsgirêka zevî û zar û barûdoxê cotyaran, pêşxistina dadweriyê, karûbarên Pêşmerge, warê civakî.
Beşa pêncem a vê pirtûkê behsa çalakiyên derwe yên Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê bo piştgiriya şoreşa Kurd li Kurdistanê dike, ku çar basan dihewîne derbarê hewldanên derwe yên encûmenê heta dema berpalbûna şer li Kurdistanê Sala 1965, geşta Îsmet Şerîf Wanlî bo Welatên Yekbûyî yên Amerîka û lêkewtên wê, çalakiyên derwe yên encûmenê heta Sala 1966, Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê li Kurdistanê û çalakiyên derwe yên wê heta Sala 1970.