
Mela Ehmed Mela
Mela Ehmed Mela (1925-2008), nasrav bi Melareş Meznêyî, Pêşmerge û hevalê Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, beşdarî Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943-1945) kiriye û yek ji pêşmergeyên artêşa Komara Dêmokrat a Kurdistanê li Mehabadê (1946) bûye, beşdarî Şoreşa Eylûlê (1961-1975) û Şoreşa Gulanê (1976-1991) bûye, pileya serpel bûye.











