
Huseyn Cercîs Seîd
Huseyn Cercîs Seîd (1890-1964), Pêşmerge û hevalê Mistefa Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, beşdarî şerê dijî osmaniyan (1907-1908) û Şoreşa Şêx Seîdê Pîran (1925) û Şoreşa Araratê (1927-1931) bûye, beşdarî Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943-1945) bûye û fermandeyê mihwerê bûye, yek ji pêşmergeyên artêşa Komara Demokratîk a Kurdistanê li Mehabadê (1946) bûye, beşdarê Şoreşa Eylûlê (1961-1975) bûye û pileya serleq û berpirsiyariya nexweşxaneya şoreşê wergirtiye.











