
Hecî Ezîz Mîrza
Hecî Ezîz Mîrza (1918-1947), Pêşmerge û hevalê Barzanî bo Yekîtîya Sovyetê bûye.
Di koleksiyonê de bigere, bi kategorî, ziman, û dîroka weşanê parzûn bike.
1.361 encam

Hecî Ezîz Mîrza (1918-1947), Pêşmerge û hevalê Barzanî bo Yekîtîya Sovyetê bûye.

Piştî ku Komara Kurdistanê rastî têkçûnê tê û hêza Barzaniyan bi serokatiya Mistefa Barzanî, biryar didin ku careke din vegerin warê xwe...

Kongreya çardehemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê di dîroka 3ê Mijdara 2012an de, li bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hat lidarxistin.

Reşîd Ezîz Hemîd (1920-1962), Pêşmerge û hevalê Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê bûye.

Endazyar û siyasetmedar Newzad Hadî Mewlûd Mihemed, sala 1992an peywendî bi rêzên Partiyê re kiriye, nûnerê Kongreya Duwazdehêm 1999an bûye...

Ezoy Şêxomer (....-1988), Pêşmerge û hevalê Barzanî yê bo Yekîtiya Sovyetê bûye.

Şehîd Ehmed Hemede Mîn Ehmed Hemede nasraw bi (Ehmed Hacî Doşaw), Pêşmergeyê Şoreşa Gulanê bûye, di sala 1988ê de di dastana Xwakurkê de Ehmed şehîd bûye.

Keko Husên Xan Mîr Ebdulla (1925-2005), naskirî bi Keko Kelokî, Pêşmerge û hevalê Mistefa Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, yek ji Pêşmergeyên artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê (1946) bûye, beşdarî Şoreşa Eylûlê (1961-1975) bûye.

Emîn Mihemed naskirî bi (Mîne Reş), sala 1912 li parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, sala 1962 peywendî bi hêza Pêşmergeyê Şoreşa Eylûlê kiriye, sala 1974 pileya serleqê pêncî ser bi betalyona 3yê Sûrdaş li Hêza Rizgarî wergirtiye. Di 6ê kanûna paşîn a 1988an de Şehîd bûne.

Xalid Reşîd Ehmed nasnavê wî (Xalid Koçer), sala 1957 li gundê Girfîl ser bi qezaya Sêmêlê ji dayik bûye, sala 1972 peywendî bi hêza Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye, sala 1976 peywendî bi hêza Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye, sala 1991 vegeriyaye Başûrê Kurdistanê, di 13ê çiriya pêşîn a 1999an de madalyaya Barzanî jê re hatiye bexşîn.

Ibrahîm Hesen Ibrahîm (1910-1961) nasnavê wî Ibrahîm Hesen, Pêşmerge û hevalê Barzanî ji bo Yekîtiya Sovyetê, beşdarî Şoreşa Eylûlê (1961-1975) bûye, pileya wî serpel bûye.

Yûsif Ebdulrehman Îsa (1886-1966), naskirî bi Yûsif Seftî, Pêşmerge û hevalê Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, beşdarî Şoreşa Yekem a Barzan (1931-1932) û Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943-1945) bûye û yek ji pêşmergeyên artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê (1946) bûye.