
Hasko Çîço Ebdullah
Hesen Mihemed Ebdullah (1916-1953), nasnavê wî Hasko Çîço Ebdullah, Pêşmerge û hevalê Mistefa Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, li nexweşxaneya Taşmî ya Taşkenda paytexta Ozbekistanê li Yekîtiya Sovyetê koça dawî kir.
Di koleksiyonê de bigere, bi kategorî, ziman, û dîroka weşanê parzûn bike.
1.361 encam

Hesen Mihemed Ebdullah (1916-1953), nasnavê wî Hasko Çîço Ebdullah, Pêşmerge û hevalê Mistefa Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, li nexweşxaneya Taşmî ya Taşkenda paytexta Ozbekistanê li Yekîtiya Sovyetê koça dawî kir.

Ebûbekir Mehmûd Hemeşerîf, Pêşmergeyê her du Şoreşa Eylûlê û Şoreşa Gulanê bûye, hevsengera wî jî Pêşmergeyê Şoreşa Gulanê bûye û sala 1986an Şehîd bûne, di jiyana Pêşmergeyatiyê de carekê bi dijwarî birîndar bûye û pileya cîgirê serleq di Şoreşa Eylûlê û fermandeyê batalyon û endamê lîjneya navçeyê di Şoreşa Gulanê de wergirtiye, sala 1981ê Ebûbekir Şehîd bûye.

Mistefa Salih Mela Abas, Pêşmerge û hevalê Barzanî ji bo Yekîtiya Sovyetê, beşdarî Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943-1945) bûye û yek ji pêşmergeyên artêşa Komara Dêmokrat a Kurdistanê li Mehabadê (1946) bûye, beşdarî Şoreşa Eylûlê (1961-1975) bûye. Sala 1999 koça dawî kiriye.

Ezîz Maml Ezîz (1919-1980), Pêşmerge û hevalê Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, beşdarî Şoreşa Eylûlê (1961-1975) bûye.

Ev şer di sala 1983an de qewimî, piştî ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê plan danî ku çalakiyên xwe yên partîzanî veguhezîne nav bajaran û ji wir ve derban li dezgehên hikûmetê bide, daku bi vî awayê partîzanî bi guhê hikûmetê de bilivîne ku şoreşa Kurd di şiyanê de ye li her cih û her demekê de bêyî ku bizanibin, derban li dezgehan bide û ziyanên canî û madî bigihîne wan.

Dawiyên sala 1968an hikûmeta Îraqê bi hevkariya û hemahengiya çekdarên baskê Mekteba Siyasî ya kevin, hemleyeke dijwar a mezin ji bo ser navçeyên bin desthilata Şoreşa Eylûlê destpêkirin, karîn pantahiyeke fireh a coxrafî li navçeyên Germiyan û Qeredax dagîr bikin, lê serkirdatiya şoreşê ji bo azadkirina wan navçeyan êrîşeke giştgirî pêk anî di meha Mijdara 1969an de karî dest bi ser Qeredax û çend navçeyên din de bigire û hêzên wan ji wan cihan derxîne.

Xostî Sincoyê Xostî (1927-1983), Pêşmerge û hevalê Mistefa Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, beşdarî Şoreşa Eylûlê (1961-1975) bûye.

Seyîd Feqê Umer (1890-1983), Pêşmerge û hevalê Mistefa Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê bûye.

Elî Mihemed Qurtas (1930-2005), Pêşmerge û hevalê Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, beşdarî Şoreşa Eylûlê (1961-1975) û Şoreşa Gulanê (1976-1991) bûye.

Omer Feqê Omer (1927-....), Pêşmerge û hevalê Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, beşdarî Şoreşa Eylûlê (1961-1975) û Şoreşa Gulanê (1976-1991) bûye.

Elî Mihemed Sidîq Mihemed (1928-1983) naskirî bi Elî Mihemed Sidîq Barzanî, pêşmerge û hevalê Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, beşdarî Şoreşa Eylûlê (1961-1975) bûye.

Fetah Ne'met Usê berniyas bi (Fetah Sindî), sala 1937 li gundê Mêrgeşîş li devera Sindî ya ser bi qezaya Zaxo ji dayik bûye. Piştî domahîk anîna xwandina xwe li qonaxa seretayî û navendî li Zaxo, li kompaniya nefta Eyn Zalê wekî fermanber tê damezrandin.