
Seîd Îsmaîl Ehmed
Seîd Îsmaîl Ehmed Spîndarî, sala 1921 li gundê Spîndar li devera Berwarî Jêrî ser bi qezaya Amêdiyê ji dayik bûye, sala 1958 peywendî bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, sala 1961 bûye Pêşmerge, sala 1979 peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye, sala 1991 vegeriyaye Başûrê Kurdistanê, sala 1997 bûye endamê Dezgeha Eylûlê, di 16ê Tebaxa 1996an de madalyaya Barzanî jê re hatiye bexşîn, di 31ê Gulanê 2001ê de koça dawî kiriye.






