
Şerê Qadirkerem 1968
Ev şer di payîza sala 1968an de li devera Qadirkerem di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û çekdarên baskê Ofîsa Siyasî ya kevin ku wê demê ser bi hikûmetê bû û du fujên magawîrên artêşa hikûmetê bi piştevanîya tank, top, zirxpoş û balafirên şer qewimî, çekdar bi awayekî giran têk çûn, zirarên mezin dîtin, deverê hiştin û paşve vekişiyan heta gihîştin Kerkûkê.










