Frensô Herîrî
Frensô Toma Kanûn, nasnavê wî Frensô Herîrî, mamoste û siyasetmedar, di sala 1963an de tevlî refên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, di sala 1969an de dibe berpirsiyarê komîteya navçeya Balekayetiya ser bi komîteya lqa du, di sala 1979an de di Kongreya Nehemîn de wek endamê yedek ê Komîteya Navendî, di sala 1992an de bûye endamê Encûmena Nîştimanî ya Kurdistanê, di kongreyên yazdehemîn û dozdehemîn de wek endamê Komîteya Navendî hatiye hilbijartin, di sala 1996an de hatiye kirin wezîrê herêmê, di sala (1996 - 2001) de parêzgarê Hewlêrê bûye.