Destpêka damezrandina hêza Balek vedigere sala 1962an ku di çarçoveya batalyonekê de hatibû rêxistin, sala 1963an rêxistina Partî Dêmokratî Kurdistan bûbû du beşên sereke siyasî û serbazî, beşa siyasî pêk dihat ji karê rêxistina partî, lê gelek caran di sengerên berevaniyê û helmeta serbazî de jî beşdar dibûn, paşê beşa pêşmergatiyê fireh bû di çarçoveya hêz û batalyon û leq û pelan de hatibû rêxistin, sala 1965an batalyona Balek pêşketineke berçav bi xwe ve dîtibû û bûbû hêzeke mezin a rêxistinkirî ku çar batalyon di xwe de girtibûn, erka berevanîkirin û helmeta serbazî ya cihên stratejîk ên Balekayetî û Rewandiz û navçeyên deverê di stûyê xwe de girtibû, paşê di sala 1975an de pirtir pêş ve hat birin ji ber zêdebûna hêza Pêşmerge û firehiya sînorê wê sê hêzên din jê ketin.
Hêza Balek jî yek ji wan hêzan bû ku pantahiyeke cografî ya fireh a devera Balekayetî, Bradost, Rewandiz, Dola Rûstê, Balekiyan, Xaneqa û Akoyan girtibû, di destpêkê de fermandariya wê hêza Pêşmerge di bin berpirsiyariya Mela Teha, Mîne Axa û Qadir Axa de bû, paşê muqedem Ezîz Akreyî, eqîd Kafî Nebewî, Ebdulla Îsmaîl û Mela Matûr serperiştiya wê hêzê dikirin.
Sala 1964an li Gelale serkirdetiya şoreşê batalyonek pêk anî ji hêza Pêşmerge bi fermandariya Ebdulla Axayê Pişderî û Xezalî Mîrxan Barzanî paşê jî Sedîq Efendî cîgirê wî bûn, Ferensoyê Herîrî berpirsê îdarî û hewalgirî bû, Faris Şukrî rêberê siyasî bû di nav Pêşmerge de, Dawid Ebdulla rêveberê nivîsgeha qelemê û erîf Kardo berpirsê azûqeya batalyonê bû, Mihemed Emîn Krêt serleqê baregeha batalyonê bû, Ebdulrehman Îsmaîl Eqrawî beşa endazyariyê bû, Teha Mihemed Şerîf bêteliya batalyonê û Mihemed Kolekeyî serokê pasewanên baregehê bû.
Batalyon ji 8 leqan pêk hatibû serleqên wan ev bûn:1- Hacî Bêroxî
2- Hesen Xal Hemze
3- Erîf Yasîn
4- Hadê Heskoy
5- Mistefa Salih Nêrweyî
6- Mela Emîn Barzanî
7- Ezet Silêman Beg
8- Reîs Kemal kesekî erebî serleqê şiyûciyan bû.
Hêza Pêşmerge ya Balek ji batalyonê bo hêzDi tîrmeha 1965an de Mistefa Barzanî rêberê şoreşê biryar da ku batalyona pêncê ya Balek fireh bibe û di şêweyê hêzê de were rêxistinkirin, ku çar batalyonên wê hebûn û paşê zêdetir bûn, hemû hêzên seranserê Kurdistanê jî rasterast bikevin bin çavdêriya Barzanî, Ebdulla Axa Pişderî fermandeyê hêzê bû, Sedîq Efendî û Ebdulrezaq Bêtûşî cîgirên wî bûn, Ferensoyê Herîrî berpirsê parastina hêzê bû, Hesen Nasir berpirsê îdareyê bû, Hakem Sedîq Xoşnaw berpirsê darayî û Teha Mihemed Şerîf Akreyî û Nûrî Heyder û Mewlûd Îbrahîm û Ewdulla Melazade her yekê demekê berpirsê beşa hewalgiriya hêzê bûn, Dawid Ebdulla berpirsê qelema hêzê û Hemedmîn Krêt û Hemîd Ehmed Qelasincî her yekê ji bo demekê serleqê baregeha hêzê bûn.
Batalyonên hêza Balek di sala (1965-1970)1. Batalyona yek
Hacî Bêroxî fermandeyê batalyonê bû her yek ji Nacî Beg û Erîf Yasîn ji bo demekê cîgirên wî bûn, Hemîd Seîd berpirsê darayî û qelema batalyonê bû, yên jêrîn jî serleqên wê bûn.
1- Zikrî Yehya
2- Mûsa Şêmêd
3- Cadir Mihemed Mûzorî
4- Ebdulrehman Derwêş Akreyî
5- Yasîn Bêroxî
6- Şivan Dirî
7- Cewher Bêrsiyavî
8- Elî Şikak
Serpelan jî pêk dihatin ji Ezîz Xan, Desko Hacî Bêroxî, Husên Sûrî, Seîd Îbrahîm, Şêx Homer, Mamend Axayê Dêlze, Sebah Mîrke Xeylanî, Ebdulrehman Derwêş Akreyî û Kemal Şewqel.
2. Batalyona du
Mistefa Nêrweyî fermandeyê batalyonê û Muhsin Hacî Nêrweyî cîgirê wî bû, Husên Fetah berpirsê îdareya batalyonê û yên jêrîn jî serleqên wê bûn
1- Hemîd Efendî
2- Mîrxan Hemedemîn Mîrxan
3- Çawşîn Xano
4- Hadê Heskoy
5- Osman Salih Nêrweyî
3. Batalyona sê
Mela Emîn Barzanî fermandeyê batalyonê û Umer Seyid Nebî cîgirê wî bû, Hacî Mihemed serperiştiya îdareyê dikir û serleqên wê jî ji van pêk hatibûn:
1- Seyid Selîm Seyid Nebî
2- Hemeziyad Feqiyanî
3- Osman Hûcranî
4- Mîrkeyê Xeylanî
5- Zubêr Elî
6- Silêman Ebdulla
7- Şakir Beg Gerdî
4. Batalyona çar
Ezet Silêman Beg fermandeyê batalyonê û Mihemedemîn Feqê Hesen cîgirê wî bû, serleqên wê jî ji van pêk hatibûn:
1- Seyid Mistefa
2- Mecîd Beg
3- Seyid Ebdulla
4- Mam Elyas Rewandizî
5- Reîs Kemal serleqê şiyûciyan bû
Hêza Balek di qonaxa duyem (1970-1975)Piştî rêkeftina 11ê adara 1970yî fewca pasewanên sînor (hêzên sînor) li sînorê hêza Balek li gor biryareke hikûmetê hat pêkanîn, ku ji 500 pêşmergeyan pêk hatibû, Ebdulla Axa Pişderî bû fermandeyê fewcê û Hacî Bêroxî cîgirê wî û Hemîd Efendî alîkarê wî bû Dawid Ebdulla bû cîgirê alîkar û mamosta Mela Umer Mela Osman îmamê tabûra fewcê bû, amir seriyên wan jî ji van pêk hatibû:
1- Mistefa Salih Nêrweyî
2- Ezet Silêman Beg
3- Mela Emîn Barzanî
4- Erîf Yasîn Doskî
5- Hemedemîn Mîrxan Mêrgesorî
Yên jêrîn jî fermandeyê fesîlan bûn ku ji 18 fesîlan pêk hatibû:
Esed Elî nasraw bi Fethî, Hesen Xidir Reşo, Seyid Selîm Nebî, Osman Salih Nêrweyî, Muhsin Hacî Salih, Çawşîn Xano, Wesman Ebdulla Hûcranî, Zubêr Elî, Bêcan Cundî, Seyid Ebdulla Nebî, Elîko Nebî, Ezîz Xan Mihemed, Halî Mihemed Dolemerî, Cadir Mihemed Mûzorî, Mûsa Şêmêd, Şivan Dirî, Çawşîn Ubêd Mihemed û Remezan Mihemed Feqî.
Herwiha di vê fewcê de 9 mufewez û 6 reîs urefa seriye û 29 erîf û 74 naîb erîf û 124 pasewanên yek xet hebûn. Yên ku di vê fewcê de cihê wan nebû her kesê berê fermanberê hikûmetê bû bê vegeriya ser karê xwe yê berê, yên din jî nav hatin nivîsandin li baregeha hêz û batalyonan mehane alîkarî dihatin kirin û di dema pêwîst de amade dibûn, Nasir Hesen wek fermandeyê hêzê serperiştiya wan dikir.
Hêza Balek di qonaxa sêyem sala (1974-1975)Piştî hilgirtina şer di sala 1974an de, foca parastina sînor (hêzên sînor) hat hilweşandin û Hêza Balekê careke din bi awayekî berfirehtir hat damezrandin. Ebdullah Axa Pêşderî wek fermandeyê hêzê hat danîn. Her yek ji van kesan ji bo demekê wek cîgirê hêzê hatin diyarkirin: Mlazim Yûnis Rojbeyanî, Neqîb Adil Akreyî, Neqîb Worya Me'rûf û Neqîb Azad Mîran. Baregeha hêzê ji çend beşên sereke pêk dihat wek îdare, darayî, topavêj, endazyarî, dijî-balafir, îstîxbarat (muxaberat), parastin, berevaniya neteweyî, berevaniya şaristanî, tenduristî, dadgeh, mercib û embar.
1. Beşa îdareyê
Hesen Nasir berpirsê wê bû, Hemîd Ehmed serleqê baregehê bû.
2. Beşa darayiyê
Hakim Sediq Xoşnaw berpirsê wê bû, Îdrîs Hadî alîkarê wî bû.
3. Beşa topavêjê
Beşeke çalak û diyar a hêzê bû ji bo piştgiriya Pêşmerge. Cureyên topên wan ji hawenên 60 mm, 81 mm, 82 mm, 120 mm, topên 25 rethel û 122 mm û meydanî 155 mm pêk dihatin. Her çend top kevn bûn û ne gelek baş bûn û guleyên topan jî kêm bûn, lê Pêşmergeyên topavêj gelek jêhatî û şareza bûn. Di dema bikaranînê de li eniyên şer gelek bandorker bûn di şikandina moralê dijmin de û ziyaneke mezin digihandin wan. Pêşmergeyên ku ser bi topavêjê bûn ev bûn: Halî Dolemerî, Umer Usman, Eref Şêxe, Hemdemîn Reşaşçî, Ebdulrehman Bêşeyî, Dilawer Fayeq, Mlazim Xidir Elwan, Mlazim Enwer Mêrî, Mlazim Xidir Debax, Feryad Qadir, Es'ed Elî, Eref Cebar, Eref Es'ed Karwançî, Eref Sediq Qadir, Celal Silêman Aşgeyî, Mihemed Mehmûd Herkî, Naib Zabit Cemal, Mam Tofîq Dergeleyî, Mistefa Dolemerî, Umer Axayê Dolemerî û Elî Mistê Barzanî. Her yek ji Halî Dolemerî, Elî Mistê Barzanî, Mistefa Dolemerî û Umer Axayê Dolemerî xûla rahênanê dîtibûn li ser bikaranîna hawenên 120 mm ên welatê Îranê, li gorî rêkeftineke serkirdayetiya şoreşê û Îranê.
4. Beşa endazyariyê
Beşeke girîng a hêza Pêşmerge bû di nav şoreşê de. Pêşmergeyên vê beşê erkê wan danîn û rakirina mînan bû di dema pêwîst de. Herwiha ew bomb û napalmên ku di dema bordûmana Artêşa Iraqê de nediteqiyan, wan pûç dikirin û sûd ji barûtê wan werdigirtin ji bo çêkirina mînan.
Pêşmergeyên beşa endazyariyê ev bûn: Mlazim Yûsif Petros, Ebdulrehman Îsmaîl Akreyî, Tariq Ebû Lehye, Hacî Îbrahîm Korî û Mihemedemîn Reşîd Korî.
5. Beşa dijî-balafir
Ev jî beşeke gelek girîng a hêza Pêşmerge bû ji bo ku metirsiya hêza asmanî li ser navçeyên şoreşê kêm bike. Çekên hêza dijî-balafir ji doşkeyên 12,5 mm, 14,5 mm û 32 mm pêk dihatin. Ji ber ku çek kevn bûn, ji bo balafirên pêşketî yên wê demê ne gelek bandorker bûn, lê Pêşmergeyên ku taybet bûn bi bikaranîna wan çekan, karîbûn çend balafirên Artêşa Iraqê ji cureyên Îlyûşîn, MîG-19, Bacer û MîG-21 bixin xwarê.
6. Beşa îstîxbaratê (muxaberat)
Ji destpêka avakirina Hêza Balekê ev beş jî hatibû damezrandin, ku roleke gelek girîng hebû di veguhastina peyaman ji serkirdayetiya şoreşê bo eniyên şer û berevajî wê. Destpêkê ji aliyê Teha Mihemed Şerîf, Hoşyar û Mewlûd Îbrahîm ve dihat birêvebirin. Di salên (1970-1974) de gelek girîngî pê hat dayîn û Ebdullah Melazade berpirsê giştî bû. Amûrên wan ji pênc dezgehên bêtêlê yên sereke û çend dezgehên 104 û 105 ên rûsî û dezgeha radyoya (insata balafir) û 80 dezgehên (hokî tokî) pêk dihatin ku li ser eniyên pêş ên sengerên berevaniya Pêşmerge hatibûn dabeşkirin.
Hemû Pêşmergeyên îstîxbaratê (muxaberat) ên hêzê di dema pêwîst de li eniyên pêş ên berevaniyê amade dibûn û rasterast fermana serkirdayetiyê digihandin sengeran. Herwiha nûçeyên çalakiyên eniyên pêş ên Pêşmerge digihandin serkirdayetiyê û Îstgeha Dengê Kurdistanê. Ji aliyê îstgehê ve nûçe li seranserê Kurdistanê dihatin belavkirin. Ji bilî gihandina nûçeyan, bêtêlên hêzê bi rêya cîhazên (insat) çavdêriya tevgerên topavêj, tank, balafir û hêza piyade ya Artêşa Iraqê dikirin. Wan dizanî ku artêş dixwaze êrîşî ku derê bike yan ku derê bordûman bike, destpêkê serwerên xwe jê agahdar dikirin. Serkirdayetiyê jî nexşeya pêwîst ji bo rûbirûbûn û berevaniyê datanî yan paşekişekirin ji wan cihên ku pêwîst bû. Her gava ku bêtêl bi hêz bûn, wan derbeyên mezin li Artêşa Iraqê didan.
7. Parastin
Ev beş ji aliyê Ebdulrehman Ebû Ewf ve dihat birêvebirin, Ebdulrehman Gerdî alîkarê wî bû. Mlazim Hejar Kerkûkî demekê berpirsê parastina Dola Akoyan bû, piştî wê jî Usman Xoşnaw cihê wî girt. Erkê van kesan komkirina nûçeyan bû li ser hêzên hikûmetê.
8. Berevaniya neteweyî
Ev hêz di sala 1969an de hat pêkanîn ji bo du sedeman; yek ji wan agahdarbûn bû li paş eniyên şer da ku hikûmet bi helîkopteran hêzên xwe daxîne û bilindahiyên paş sengerên Pêşmerge negire. Sedema duyem jî ew bû ku di dema pêwîst de alîkariya eniyên şer bikin. Ji bo wê mebestê xelkek hatin navnivîsandin ji niştecihên gundên sînorê Balekê bi navê Hêza Berevaniya Neteweyî û navê hêza (Karox) lê hat kirin û çek li ser wan hatin dabeşkirin. Demekê Şêx Mihemed Hersîn fermandeyê hêzê bû, Hesen Nasir cîgirê wî bû. Piştî wî Ebdullah Axa serpereştiya wê dikir û Hesen Nasir di birêvebirinê de alîkariya wî dikir.
9. Berevaniya şaristanî
Serbazên Artêşa Iraqê ku di eniyên şer de dihatin kuştin û termên wan li meydanên şer diman, berevaniya şaristanî radibû bi anîna wan û li gorî şerîeta îslamê bi xakê dispartin. Herwiha di dema bordûmana balafiran de alîkarî û rêberiya niştecihên navçeyê dikirin û termên Şehîdan bi xakê dispartin. Cewher Hîranî serpereştiya karê wan dikir û Mela Îbrahîm Rêzanî alîkarê wî bû.
10. Tenduristî
Ev beş xizmeteke gelek mezin gihandiye Pêşmerge. Hêza Balekê nexweşxaneyeke taybet hebû ku ji aliyê birînpêçan Ehmed û Mexdîd Fettah ve dihat birêvebirin. Sala 1974an nexweşxane hat pêşxistin û Doktor Xesrew Cemîl Dizeyî û Doktor Kurdo her yekê ji bo demekê serpereştiya wê dikirin, birînpêçan jî alîkariya wan dikirin.
11. Dadgeh
Dadgeh yek ji dezgehên şoreşê bû. Di Hêza Balekê de beşa dadgehê hebû ku Hakim Hesen Pêşderî serpereştiya wê dikir. Sala 1974an Hakim Seîd Ye'qûbî, Hakim Tofîq û Hakim Huseyn Xoşnaw bûn alîkar. Mamosta Mela Qadir Sektanî qaziyê Gelale û Mamosta Mela Weys qaziyê Dola Rûstê ji nêrîna şer'î ve ligel hakiman alîkar û hemaheng bûn. Bi alîkariya şarezayên dab û nerîtên civaka Kurdî, çareseriya kêşeyên wan dikirin û biryarên guncaw derbarê kêşeyên xwendewarî, zevî û zar û malbatî didan ji bo anîna aştiyê di navbera aliyên nakok de.
12. Mercib û embarên fîşek û teqemeniyan (mexazen)
Di vê beşê de Neqîb Worya Me'rûf serperiştiya wê dikir, Melazim Cemal, Melazim Fûad û Baqî Me'rûf alîkarên wî bûn ji bo dabînkirina pêdiviyên şer û herwiha demekê Reîs Urefa Salih berpirsiyarê wê bû.
Batalyonên Hêza Balekê di sala (1974-1975) de1. Batalyona yekê
Pêkhateya batalyonê bi vî awayî bû: Hacî Bêroxî fermandeyê batalyonê bû û Hemîd Se'îd Gurgoy berpirsiyarê îdareyê bû û serleqên wê jî ev bûn:
Mûsa Şîmed, Zikrî Yehya, Elî Şikak, Cadir Mihemed Mizûrî, Seba Mîrke Xeylanî, Mamend Mistefa Dêlzeyî, Yasîn Bêroxî, Cewher Bêrsiyavî û Se'îd Îbrahîm Kelêtokî.
2. Batalyona duyan
Fermandeyê batalyonê Mistefa Nêrweyî bû û Osman Stah Nêrweyî cîgirê wî bû, serleqên wê jî ji van pêk dihatin:
Ebdulwahîd Nêrweyî, Çawşîn Xanoy, Husên Fetah Nêrweyî, Muhsîn Hacî Nêrweyî û Ebdullah Mela Xidir.
3. Batalyona sisiyan
Mela Emîn Barzanî fermandeyê batalyonê bû û Hacî Mihemed cîgirê wî bû, evên jêrîn jî serleqên wê bûn:
Wesman Hûcranî, Seyîd Selîm, Hemeziyad Feqiyanî, Salih Akoyî, Zubêr Elî û Silêman Ebdullah Çarbotî.
4. Batalyona çaran
Fermandeyê batalyonê Izet Silêman Beg bû û Mihemed Emîn Feqê Hesen cîgirê wî bû, evan jî serleqên wê bûn:
Seyîd Mistefa, Mecîd Beg û Mihemed Me'rûf.
5. Batalyona pêncan
Erif Yasîn fermandeyê batalyonê bû û Remezan Mihemed Doskî cîgirê wî bû, serleqên wê jî ev bûn:
Şivan Dirî, Ezîzxan Mohacir û Hemîd Bîr Doskî.
6. Batalyona şeşan
Seyîd Asî, Bêcan Cundî û Hemîd Efendî her yek ji wan ji bo demekê fermandeyê batalyonê bûn, serleqên wê jî ev bûn:
Husên Hemedol Balekî, Wêsta Ismaîl, Elî Sor, Ismaîl Hacî Qadir û Ferzende Efendî.
7. Batalyona heftan
Fermandeyê batalyonê Elîko Nebî bû û Seyîd Ebdullah Nebî cîgirê wî bû, serleqên wê jî ev bûn:
Mela Şêx Mihemed, Hadî Silêman Nebî û Erif Îbrahîm Ebdullah.
Balekayetî di sala 1975 deSala 1975 Hêza Balekê berfirehbûneke zêdetir bi xwe ve dît, sînorê wê bû mihwer, Idrîs Barzanî serperiştiya wê dikir, Ebdullah Axa Pişderî fermandeyê hêzê di wê demê de bûbû endamê Mekteba Giştî ya Eskerî, ligel Ferensoy Herîrî her du jî alîkarê wî bûn di birêvebirina mihwerê de, Hêza Balekê li ser çend hêzan hatibû dabeşkirin û sînorê wan ê coxrafî bi vî awayê jêrîn hatibû diyarkirin:
1- Hêza Balekê
Sînorê erk û wecîbeyên wê ji Gerûyê Bêşê, Çiyayê Hesen Beg, Aşê Xidir Axa, Serê Berdê, Çemê Mûsekawayê heta rêya sereke ya Cundiyan-Gelale bû, Elî Xelîl fermandeyê hêzê bû û Melazim Yûnis Rojbeyanî cîgirê wî bû, çar batalyon di nav xwe de girtibûn ku ev in:
1. Batalyona yekê - Hacî Bêroxî
2. Batalyona duyan - Mistefa Nêrweyî
3. Batalyona pêncan - Erif Yasîn
4. Batalyona şeşan - Hemîd Efendî
2- Hêza Henderênê
Sînorê vê hêzê ji rêya sereke ya Cundiyan – Gelale heta Dola Akoyan û Korêkê bû, di destpêkê de Silêman Hacî Bedrî wek fermandeyê hêzê hat destnîşankirin, paşê Izet Silêman Beg bû fermandeyê hêzê, batalyonên wê ev bûn:
1. Batalyona sisiyan a Akoyan
2. Batalyona çaran a Henderênê - Batalyona heftan a Elîko
3- Hêza Serçiya
Fermandeyê hêzê Mîrxan Hemedemîn Mîrxan bû û Salih Mihemed Kekşar cîgirê wî bû û Ehmed Salih Bekir berpirsiyarê îdareyê bû, hêz ji çar batalyonan pêk hatibû:
1. Batalyona yekê Ehmed Hesen Silêman fermandeyê wê bû.
2. Batalyona duyan Mehdî Hesen Doskî fermandeyê wê bû.
3. Batalyona sisiyan Şabaz Ehmed Şabaz fermandeyê wê bû.
4. Batalyona çaran Memê Îbrahîm Koremirkî fermandeyê wê bû.
4- Hêza Zozikê
Hêza Zozikê ji wan serbazên Kurd pêk hatibû ku rêzên artêşa Iraqê terikandibûn û hatibûn nav rêzên leşkerê Şoreşa Kurdistanê di sala (1973-1974) de. Hêz ji sê fewcan pêk hatibû:
1. Fewca yekê Neqîb Hesen Barzanî fermandeyê wê bû.
2. Fewca duyan Melazim Yûnis Rojbeyanî fermandeyê wê bû.
3. Fewca sisiyan Neqîb Adil Akreyî fermandeyê wê bû.
Çavkanî:
-
Ismaîl Gundejorî: Şoreşa Eylûlê Li Balekayetî, Çapxaneya Rojhilat, çapa yekê, 2018.
-
Xazî Adil Gerdî: Pêşmergeyek di xizmeta rêbaza Barzanî de Hecî Bêroxî, berga yekê çapa duyan, Tirkiye, 2021.
-
Ebdullah Rehman Melazade: Şêweyê pêkhateya serbazî Şoreşa Eylûlê ya mezin, çapa duyan, Dihok, 2012.
-
Hawkar Kerîm Heme Şerîf: Şoreşa Eylûlê 1961-1970, çapa yekê- Çapxaneya Zanîngeha Selahedîn, Hewlêr, 2012.
-
Senger Ibrahîm Xoşnav: Rûdawên serbazî yên Şoreşa Eylûlê 1970-1975, çapa yekê, Hewlêr, 2022.
-
Umer Osman: Jiyana Kurdekî, Çapxaneya Mukriyanî, çapa duyan, berga yekê û duyan, 2008.
- Melazim Xidir Ebdullah Debax: Bîranînên min û topxaneya Şoreşa Eylûla mezin, çapa sisiyan, Çapxaneya Rewşenbîrî, Hewlêr, 2020.





