Piştî têkçûna Şoreşa Eylûlê hikûmeta Beis hêzên xwe yên serbazî li seranserê bilindahî, gir û rêyan belav kirin, lê bi destpêkirina şerê li gel Îranê (1980-1988), hikûmeta Iraqê pêwîstiyeke mezin bi bikaranîna wan hêzan di şerê xwe yê li gel Îranê de hebû, lewma neçar ma wan veguhêze eniyên şer, herwiha vê gavê derfet da Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ku azadiya tevgerê ya zêdetir bi dest bixin û rûbera herêmên xwe yên azadkirî berfireh bikin, û pêwendiya rasterast li gel gel çêbikin û çalakiyên siyasî û şerkerî yên Pêşmerge pêş bixin [1].
Çalakiyên herî berçav di vê heyamê de şerên sala 1981ê bûn, ku Hêzên Pêşmerge du derbeyên giran li Artêşa Iraqê dan di du şerên qehremanî de li gundê Banîbnokê yê li Çiyayê Sûrên û herêmên Zelm û Kerçalê, di şerê yekem de Hêzên Pêşmerge karîn çalakiyeke berbiçav pêk bînin û ziyanên mezin gihandin leşkerên Artêşa Iraqê, ji wan kuştin û birîndarkirina hejmareke mezin ji leşkeran û 124 leşkerên din jî hatin girtin, û bi sedan çek û amûrên serbazî ketin destê Hêzên Pêşmerge, lê Hêzên Pêşmerge di vî şerî de ji ziyanê rizgar nebûn, ku çar Pêşmerge şehîd bûn, ew jî (Ekrem Heme Reşîd Banîbnokî, Mamoste Silêman, Osman Pencwênî û Fermandey Ebûbekir Mehmûd Banîbnokî) bûn [2].
Di heman salê de Hêzên Pêşmerge çalakiyên xwe li dijî dezgehên hikûmeta Beis li herêmê berdewam kirin, û di şeş mehên yekem ên sala 1981ê de, Hêzên Pêşmerge zêdetirî 238 çalakiyên cuda li dijî artêş, çekdar û dezgehên hikûmetê pêk anîn. Ziyanên hêzên hikûmetê di van çalakiyan de gihîşt 1251 kuştî û hejmareke mezin ji birîndaran, ji bilî destkeftiyên çek, teqemenî, cebilxane û amûrên serbazî, û di wan çalakiyan de 48 Pêşmerge şehîd bûn [3].
Hêjayî gotinê ye ku çalakiyên serbazî di her şoreş û serhildaneke çekdarî de roleke çalak di berzkirinê moralê Pêşmerge û gel û alîgirên şoreşê de dilîze û hêviyê di dilê wan de ava dike ku dibe sedema serkeftinê û bidestxistina armancan. Li hemberî vê yekê, tirs û fikarê di nava refên aliyê din de diçîne, ku wan neçar dike guh bidin daxwazên wan ên rewa û banga diyalog û lihevkirinê bikin [4].
Çavkanî:1- Mesûd Barzanî: Barzanî û بزوتنهوهی ڕزگاریخوازی كورد, بەرgê çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021.
2- Cemal Fethulla Teyib: بزوتنهوهی ڕزگاریخوازی كورد له باشوری كوردستان (21/3/1975 - 28/11/1980), çapa yekem, çapxaneya Şehab, Hewlêr, 2012.
3- Umer Osman: ژیانی كوردێك, çapxaneya Mukriyan, çapa duyem, Hewlêr – 2008.
[1] Cemal Fethulla Teyib: بزوتنهوهی ڕزگاریخوازی كورد له باشوری كوردستان (21/3/1975 - 28/11/1980), çapa yekem, çapxaneya Şehab, Hewlêr, 2012, l213.
[2] Mesûd Barzanî: Barzanî û بزوتنهوهی ڕزگاریخوازی كورد, بەرgê çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021, l58.
[3] Mesûd Barzanî: heman çavkanî, l58.
[4] Umer Osman: ژیانی كوردێك, çapxaneya Mukriyan, çapa duyem, Hewlêr – 2008, l138.


