Piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê hikûmeta Be'sê tevahiya bilindahî û tepolke û dol û rêyên xwe bi rebiyeyên leşkerî pêçabû, lê ligel hilgirsiya şer ligel welatê Îranê (1980 heta 1988) hikûmetê pêdiviya wê ya mezin bi wan hêzan hebû ji bo bikaranîna wan di şer de, neçar bû li gelek cihan wan biguhêze bo bereyên şer, diyar e ew gavê derfet ji bo Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê rexsand ku serbestiya tevgerê zêdetir be û rûberê navçeyên rizgarkirî berfirehtir bike, herwiha rasterast peywendî ligel cemawerê girê bide û geşê bi çalakiyên siyasî û pêşmergane bide,
Ji diyarên çalakiyên ku di wê demê de hebûn şerên sala 1981ê bûn ku Hêzên Pêşmerge di du destanan de li gundê Banibnok li Çiyayê Surên û navçeya Zelm û Kerçalê du derbên bi hêz li artêşa Îraqê xistin, di şerê yekem de ku Pêşmerge karîn çalakiyeke mezin tomar bikin û ziyana zêde bi leşkerên artêşa Îraqê bigihînin, pêk hatin ji kuştin û birîndarbûna hejmareke mezin a leşkeran, herwiha 124 leşkerên din jî bi dîlî hatin girtin, bi sedan perçe çek û teqemeniyên leşkerî ketin destê Pêşmerge, lê di wê destanê de Hêzên Pêşmerge bê ziyan nebûn, belkî çar Pêşmerge şehîd bûn bi navên (Ekrem Hemereşîd Banibnokî û mamosta Silêman û Osman Pêncwênî û fermandeyê Pêşmerge Ebûbekir Mehmûd Banibnokî).
Her di wê salê de çalakiyên Pêşmerge li wê navçeyê berdewamiya xwe hebû li dijî dezgehên hikûmeta Be'sê, bi awayekî ku di heyama şeş mehên yekem ên sala 1981ê de Hêzên Pêşmerge zêdetir ji du sed û sî û heşt çalakiyên curbicur li ser artêş û çekdar û dezgehên hikûmetê tomar kirin, di wan hemû çalakiyan de ziyana hêzên hikûmetê pêk hatin ji 1251 kuştî û hejmareke mezin a birîndaran, tevî destkeftineke mezin a çek û teqemenî û kelûpel û teqemeniyên leşkerî, di encama kirina wan hemû çalakiyan de Pêşmerge bû sedema şehîdbûna 48 Pêşmergeyan.
Hêjayî gotinê ye di her şoreş û serhildaneke çekdarî de çalakiyên leşkerî roleke bandorker dilîzin di bilindkirina morala Pêşmerge û cemawer û hewaydarên şoreşê, di heman demê de hêviyekê di kûrahiya wan de ava dike ku ji serkeftin û bidestxistina armancê nêzîk dibin, li hemberî wê jî tirs û dilgiraniyê dixe nav rêzên aliyê hember, neçar dibe guh bide daxwazên wan ên rewa û daxwaza gotûbêj û rêkeftinê bike.
Çavkanî:-
Mesûd Barzanî: Barzanî û bizûtnewey rizgarîxwazî kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021.
-
Cemal Fethullah Teyib: Bizûtnewey Rizgarîxwazî Kurd le Başûrî Kurdistan (21/3/1975 - 28/11/1980), çapa yekem, çapxaneya Şehab, Hewlêr, 2012.
-
Umer Osman: Jiyanî kurdêk, çapxaneya Mukriyan, çapa duyem, Hewlêr – 2008.


