Di serdema Şoreşa Gulanê de, hêza Pêşmerge di çarçoveya rêxistina partî de wekî liq û navçe û rêxistin hatibûn rêkxistin (Gerdî, 2021, 269). Di Mijdara sala 1986 de hêzeke Pêşmergeyên ser bi lijneya navçeya Zaxo ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê geşteke bo devera Guliya pêk anîn ji bo hinek karên rêxistinî û bihêzkirina rêzên endam û alîgirên şoreşê. Di wê geştê de serdana gundên Barholê û Blêjanê û Korkayê kirin, gava gihîştin navçeyê, civîneke wan girêda, di wê civînê de biryar hat dan, di heman geştê de çalakiyeke partîzanî were birêvebirin û Pêşmerge êrîşî hêzên Artêşa Iraqê ya rejîma Beis bike, di aliyekî din ve deng û rengê şoreşê di navçeyê û nav damûdezgehên hikûmetê de zêdetir belav bibe, di civînê de biryar hat dan, kesekî şarezayî were raspardin ji bo diyarkirina cihê guncaw ku çalakiyê lê pêk bînin, ji bo vê mebestê Seido Korkî û çend Pêşmerge hatin raspardin heta vê çalakî girîng biencam bînin (Murad, 2007, 167).
Civîn bi dawî hat, desteya wan Pêşmergeyên ji bo diyarkirina cihê çalakî hatibûn raspardin, karê xwe bi cih anîn, bi wê tariya şevê ber bi gundê Girê Biê ve bi rê ketin û xwe gihandin ser rêya giştî ya Çiyayê Beranşê, wisa difikirîn cihê pir guncaw e, ji ber ku li ser cadeya giştî ye, berdewam otomobîla serbazî ya Artêşa Iraqê pê de derbas dibe, kemînekê danin dikarin derbekê li wan bixin û ziyanê bigihînin wan, piştî ku cihê xwe diyar kirin, vegeriyan cem hêza xwe û tevahiya zanyariyan pê re ragihandin, piştî gotûbêjkirina cihê diyarkirî, ji aliyê berpirsên Pêşmerge ve dengê erênî li ser hat wergirtin, ji ber ku Seido Korkî şareza bû û wisa difikirîn çalakiyeke serkeftî û berhemdar dibe, paşê derbarê çawaniya danîna nexşe û danîna kemînê û birêveçûna êrîşê civiyan (Murad, 2007, 167).
Hêza şoreşê ji 75 Pêşmerge pêk hatibûn, nexşeya şerê xwe bi cureyekê danîn ku pêwîst bû di çend qolan de hêza bergîrkar û rûbirûbûnê bi cih bikin, ji bo bersivdana wan hêzên hikûmetê eger niyeta êrîşê hebe bo cihê bûyerê, herwiha ew hêza Pêşmerge ya kemînê datîne tûşî ti astengî û rûbirûbûnê nebin. Ji bo cîbicîkirina wê planê, hêzek hat diyarkirin ku li serê cadeya giştî çavdêriya rebaya serê Beranşê û rebayeke din bi navê Siyarka Spî bikin, heta di her egerê tevgera wan du rebayan de ew hêz bersiva wan bide û nehêle cihê kemînê aciz bikin, qoleke din pêk hatibû ji hêzekê ku beriya cihê danîna kemînê, eger otomobîlekê hêzên hikûmetê hat, sereta ew teqeyê lê bikin û gava gihîştin cihê kemînê şaş û metel bikin, qoleke din pêk hatibû ji damezrandina desteyeke Pêşmerge li hember rebaya biniya Beranşê, ji bo ku gava şer dest pê kir, nehêlin serbaz ji rebayê derkevin û teqeyê li hember cihê kemînê bikin, qola sêyem hêzeke din a Pêşmerge hat terxankirin li hember baregeha seriya serbazî ya navçeyê ku ketibû rojhilatê gundê Girê Biê, heta ew jî nekarin ji rebayê derkevin, neba da guvaşê bixin ser cihê danîna kemînê, bi wî awayî nexşeya şerê birêve çû (Murad, 2007, 168).
Hêza Pêşmerge di êvara 14ê Mijdara 1976 de ber bi gundê Kaniyata ve bi rê ketin, xelkê gund bi germî pêşwaziya wan kirin, Pêşmergeyan ji bo xwarina nanê êvarê li ser malan dabeş bûn û wê demê jî her bi vî awayî bû, ji ber ku nanê Pêşmerge li ser xelkê gundnişîn bû û xelkê gundên Kurdistanê bi hemû awayekê hevkariya Pêşmerge bûn.
Pêşmergeyan heta demjimêr 2:15 xulekên şevê li gund man, paşê çûn gundê Şivê û li ser (Kaniya Ava Tika) civiyan, paşê her deste û taqmek ber bi xala diyarkirî ya xwe ve bi rê ket, wekî çawa di nexşeyê de li serê rêk ketibûn, her deste û taqmek gava gihîştin cihê xwe, dest bi amadekarî û qayimkirina cihê xwe kirin, di çaverêya hatina otomobîla serbazî de man, heta aso ronahî bû, roj hilhat, her Pêşmergeyekî li cihê diyarkirî yê xwe, xwe qayim kiribû. Demjimêr 8:30 xulekên beyanî 15ê Mijdara 1986 otomobîlekê serbazî ya cureya Cîb Qiyade ji lîwaya Batîfê hat û gihîşt nav kemîna Pêşmerge, di nava çirkeyekê de ji her çar qolan şer dest pê kir, di maweyeke kêm de otomobîl têk çû û dest bi ser de hat girtin, efser û du serbaz tê de bûn her sê hatin kuştin û otomobîlê jî agir girt (Murad, 2007, 168), di piraniya çalakiyên Pêşmerge de ku bi kemînê birêve diçûn, ziyana giyanî û madî ya zêde digihîşt hêzên hikûmetê di kuştina serbazan û şewitandina otomobîlên wan de (Barzanî, 2021, 96).
Destkeftên Pêşmerge di wî şerî de pêk hatibûn ji destbiserdagirtina sê çekên cureya Kalaşnîkov û hin kelûpelên serbazî, ji bo maweya du demjimêr û nîv şer dirêjê kişand û cadeya sereke hat girtin û hatûçû tê de sekinî, hêza Pêşmerge di wê çalakiyê de bê ziyan bû, çalakiyên wan bi serkeftî bi dawî hat, paşê cihê xwe hiştin û vekişiyan bo gundê Kaniyata (Murad, 2007, 168).
Çavkanî:1- Barzanî, Mesûd, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021.
2- Murad, Mihemed, Xebata Çiya, bîranîn û serhatiyn şoreşa Gulanê di navbera salên (176-1989) da, çapxaneya Kurdistanê – Zaxo, 2007.
2- Gerdî, Xazî Adil, Pêşmergeyek di xizmeta rêbaza Barzanî da, Hecî Bêroxî, berga duyem, çapa duyem, Tirkiye- 2021.





