Welatê Îraqê di sala 1968 de bi rewşeke siyasî ya taybet re derbas dibû, ku di nav çend rojan de du derbeyên leşkerî yên li pey hev dîtin, 17 û 30ê tîrmehê ew du dîrok bûn ku Be'siyan di wê heyama kurt de rejîma Ebdulrehman Arifê Serokkomar û Ebdulrezaq Nayifê Serokwezîr rûxandin û ji bo cara duyem desthilata Îraqê girtin destê xwe, di wê heyamê de heta dawiya sala 1968 ti şerek di navbera Hêzên Pêşmergeyên şoreşê û hêzên hikûmetê de rû neda, lê pevçûnên di navbera Pêşmerge û çekdarên baskê Mekteba Siyasî ya kevin de berdewam bûn, belkî germtir jî bûn, carinan jî şerên alîkar di navbera Pêşmerge û hêzên hikûmetê de rû didan.

Her di wê rêze şer û êrîşên tîma navborî de di payîza 1968 li navçeya Qadirkerem a devera Germiyanê, hejmareke zêde ya çekdarên wan bi piştevaniya du fevcên Mugawîr ên ser bi hikûmetê û firoke û top û tank û zirêpoşan êrîş kirin ser Hêzên Pêşmerge li sînorê çalakiyên betalyona 5, di demekê de ku fermandeyê betalyonê û Pêşmerge ber bi gundê Mehmûd Perîzad di gerê de bûn, di vê kêliyê de ji aliyê yek ji fermandeyên mefrezeyan bi amûra bêtêlê hatin agahdarkirin ku bi hawara wan Pêşmergeyan ve biçin ku di bin fermandariya Eref Star de bûn, ji ber ku hikûmet û çekdarên baskê Mekteba Siyasî ya kevin êrîşeke berfireh anîbûn ser wan.

Piştî ku hêza piştevaniya Pêşmerge gihîştin cihê diyarkirî, ji wan re derket ku hêza Eref Star teqemeniyên wan kêm bûne û gelek jî westiyayî bûn û şiyana bergirîkirina li hember êrîşa hêzên dijmin lawaz bûbû, tavilê civiyan û plana êrîşa berevajî danîn, paşê ji çend aliyan ve bi gotina sirûda (Em Kurd in nabezin 000 şervan in nabezin) êrîş birin ser hêzên hikûmetê û çekdarên navborî, piştî şerekî germ ê du saetan karîn hêzên wan têk bibin û dest deynin ser hemû wan cihên ku ji dest çûbûn, Artêşa Iraqê û çekdar neçar bûn paşvekişin bo Kerkûkê, paşê bi bêtêlê fermandeyê hêza Qeredaxê ji barûdoxê hat agahdarkirin, êdî ferman hat ku êdî li pey wan neçin û li wir bisekinin.

Di encama wê şikestinê de ziyanên hikûmetê û çekdaran heta radeyekê zêde bûn ku bûn destkeftiya Pêşmerge wekî dest danîn ser çek û teqemeniyeke zêde, herwiha têkbirina du tank û zirêpoşek û du otomobîlên Zîl, termê hejmareke zêde ya çekdaran li meydana şerî bi cih mabûn.

Paşê encama şerî û serkeftina Pêşmerge di wê dastanê de bi brûskeyekê hat bilindkirin bo serkirde Îdrîs Barzanî ku bi xwe di rêya peywendiya bêtêlê ve serperiştiya şeran dikir, di bersiva brûskeya xwe de ji bo Hêzên Pêşmergeyên Germiyanê dibêje: (Destê we xweş be hûn stûna pişta Germiyanê ne) herwiha wan dişîne ku çi pêwîst e bikin ji bo bi ax spartina terman ji ber ku bawer dike xayin û nokeran ewên ku bi şaşî hatine birin û hatine xapandin hemû Kurd in û ji me ne û ji me kêm bûne, nabe bi çavê dijmin lê bê nêrîn, paşê ji bo komkirina terman û li gorî destûra ayîniya pîroz a Îslamê bi axê bispêrin, hinek ji niştecihên gundan vexwendin ji bo ku alîkariya wan bikin.

Di hewla komkirina terman de yek ji welatiyên gundê Zerde li navçeyê termê birayekî xwe û birazayekî xwe di nav kuştiyan de dît, termên wan xistin ser pişta barberekê û şahî û dilxweşî li ser rûyê wî diyar bû, fermandeyê Hêzên Pêşmerge bi şaşmayî lê nêrî û pirs jê kir çima wisa dilê te xweş e di demekê de ku te bira û birazayê xwe ji dest dane û şînbar î? Di bersivê de got: Yek tişt hebû ku min nedikarî di nav xelkê Kurdistanê de bi sedema wê serê xwe bilind bikim, ew jî caşatiya van her duyan bû, ev rûreşiya me bi binaxkirina van temam dibe ((Axir rovî di kûna xwe de bizivire, ger dibe)). Ev hestê nîştimanperweriya mirovekî sade yê nexwende yê gundekî wî welatî bû, di demekê de ku termê birayekî xwe û birazayekî xwe dibir bi axê bispêre ku di xiyaneta nîştiman de canê xwe ji dest dabûn. 

Şayê behsê ye di heyama navbera 29 hezîrana 1966 heta derbeya 17 û 30ê tîrmeha 1968 a Be'siyan, endamên kevin ên Mekteba Siyasî li cem hikûmetê bûn, bi hevkariya hikûmetê ketin çalakî nîşandanê li dijî Şoreşa Eylûlê, di wê navberê de dehan kes bûn qurbanî li aliyekî, herwiha kêm-buhakirina birgeyên rêkeftinnameya 29 li aliyekî din, tevî vê yekê jî di 10ê meha sermawezê ya 1968 rejîma Be's bi hemû keresteyên şerî û bi artêşeke zêde ji hemû aliyan ve êrîş kirin ser navçeyên di bin desthilata şoreşê de, şan bi şanê Artêşa Iraqê hêzên baskê Mekteba Siyasî ya kevin ku hejmara wan 4 heta 5 hezar çekdar bûn, êrîş dikirin ser Pêşmerge li navçeyên Dola Cafayetî, Siwêl, Şarbajêr, Siroçk, Helebce, Biyare û Tewêlê, Dûkan, Bêtwên, Pişder û Raniye, ji ber ku Be'siyan bi cureyekî meydan ji bo wê tîmê vala kiribûn gelek zêdetir ji rejîma beriya xwe, ji bo ku bikevin wîza şoreşê ji bo şerfiroşî û têkdana zêdetir a Kurdistanê.                     

Çavkanî:

1- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgariya Kurd, berga sêyem, beşa yekem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî, ç: yekem, Hewlêr, 2004.

2- Arî Kerîm, Çend rûpelên zindî di Şoreşa Eylûlê de, çapxaneya Xebat, Dihok, 1999.

3- Karwan Cewher Mihemed, Îdrîs Barzanî 1944- 1987 Jiyan û rola siyasî û serbazî di bizava rizgariya Kurd de, çapxaneya Hêvî, Hewlêr, 2019.

4- Îbrahîm Celal, Başûrê Kurdistanê û Şoreşa Eylûlê avakirin û hilweşandin 1961- 1975, çapa çarem, 2021.

5- Hawkar Kerîm Heme Şerîf, Şoreşa Eylûlê, çapxaneya Zanîngeha Selahedîn, çapa yekem, Hewlêr, 2012.